Daxwaza azadiya zarokên girtî
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 156 a bi navê "Rûniştina F" li da xistin û daxwaz azadiya zarokên girtî kirin.

Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya xwe hefteya 156'an a "rûniştina F" li Qada Galatasarayê li dar xistin. Endamên ÎHD'ê yên li qadê hatin cem hev xwestin zarokên girtî serbest bên berdan. Di çalakiyê de pankarta "Tecrîd dikuje, bila girtîgehên tîpa F bên girtin" hate vekirin. Daxuyaniya hefteyî Dîren Înaç xwend. Înaç diyar kir ku dewlet zarokan naparêze û her roj zarok di girtîgehan de rastî îşkence û muameleyên xirab pêk tên. Înaç anî ziman ku li gorî daneyên Wezareta Dadê hejmara girtiyên zarok 3 hezar û 493 in. Înaç da zanîn ku li Tirkiyeyê 120 hezar zarok di bin dorpêça dadê de ne.
Înaç da zanîn ku li girtîgehên Pozanti, Sîncan , Antalya, Şakran, Kurkçuler û Tîpa M a Wanê zarok rastî îşkence, tecawiz û şîdetê hatin.