FEDA'yê li ser roja 12. a rojiya meha Mûharremê daxuyaniyek da û got, "Têkoşîna navbera heqîqetparêzên berxwedana Kerbela ya Huseyîn û Yezît-Mûaviyeyan dewam dike, wê bidom e. Neviyên Yezîtan ên kujer niha li ser kar in."
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ser roja 12. a rojiya meha Mûharremê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Em di roja 12. a rojiya şînê ya ji bo bîranîna şehîdên Kerbela de ne. Hêvîdar in wê rojiya we û rojiya me ji aliyê Xwedê ve bê qebûlkirin."
FEDA'yê diyar kir ku roja Yas-i Mûharrem ku yek ji rojên berxwedana pîroz a baweriya wan a Rêya Heq-Elewî ye, roj bi roj bêhtir watedar dibe û destnîşan kir, ku li ku derê Yezît û desthilatdariya wî hebe, wê li wê derê ji sedî sed Huseyînek jî hebe.
FEDA'yê ragihand ku weke saziya baweriyê ya FEDA, ew ê vê xeta lehengiyê ya dîrokî ya Rêya Heq her bidomînin û xwedî li mîrateya berxwedêrên pîroz ên bi Îmam Huseyîn re li Kerbelayê şehîd ketine, derkevin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew Yezît û Mûaviyeyên roja îro, li Gimgim û Dêrsimê di bomberdûmana îbadetxane, malên cem û gorên Elewiyan de dîtine û destnîşan kir, ku yên li Amedê, herî dawî jî li Enqereyê Kerbela 10'ê Cotmehê kirin, ev in.
FEDA'yê da zanîn ku têkoşîna navbera heqîqetparêzên bexwedna Kerbela û Yezît-Mûaviyeyan dewam dike, wê dewam bike û got, "Neviyên Yezîtan ên kujer li ser kar in. Ji bo her roj Kerbelayên nû pêk bînin, serî li komplo û komkujiyan didin. Li hemberî vê yekê aşik û civakên bawermendên Kerbela, divê bêhtir bi biryar û bawerî tevbigerin. Roj ew roj e ku bi Huseyînî li dijî zilmê berxwedan bê nîşandan. Em serî li ber xeta Mûaviye netewînin. Derdê me, doza me ji Kerbela, ji Dêrsimê, ji Mereşê, ji Sêwasê û vir ve dewam dike, wê dewam bike."