Ciwanên Kurd li Den Haagê civiyan

Ciwanên Kurd li bajarê Den Haagê bernameyek pêk anîn û peyama wê tevlî jiyana jirêderketî ya Ewropayê nebin û li dora felsefeya Ocalan bibin xelek dan.

Ciwanên Kurd li bajarê Den Haagê bernameyek pêk anîn û peyama wê tevlî jiyana jirêderketî ya Ewropayê nebin û li dora felsefeya Ocalan bibin xelek dan. 

Ciwanên Kurd ên li bajarê Den Haag a Hollandayê hatin cem hev bernameyek organîze kirin û geşedanên dawî yên siyasî nirxandin.

Devrîm Îke di çalakiyê de axivî û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Me ciwan destpê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ bibîr xist û bal kişand ser têkoşîna ciwanan.

EM Ê LI DORA FELSEFEYA OCALAN BIBIN XELEK

Îke wiha got: “Divê em layîqê kesên xwe feda kirin bin, divê em felsefe, terza jiyanê û feraseta azadiyê re derfeta dîrokî ya li pêş xwe binirxînin. Divê em destûrê nedin jiyana jirêderketî ya Ewropayê û li dora felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan bibin xelek.  Wateya têkoşîna azadiya ciwanan gelek mezin e. Divê li ser vî esasî xwe rêxistin bike.”

Îke bal kişand ser berxwedana Şengal û Kobanê û got: “Em minetadarê şehîdên xwe yên ku xwe feda kirin û em anîn vê rojê ne.”

Bi bernameyê de bi sînevîzyonek ji axaftinên Ocalan hinek kêlî hatin nîşandan û dîmenên berxwedana Kobanê û Şengalê hatin nîşandan.