Ciwan di 18. Festîvala Mazlûm Dogan de hatin gel hev
Ji welatên wek Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û hwd ji gelek bajarên Ewropayê ciwanên hatin Parîsê di 18. Festîvala Mazûm Dogan de hatin gel hev.
ANF
PARÎS
şemî, 18 tîrmehê 2015, 22:01
Ciwanên li Ewropayê dijîn, di 18. Festîvala Mazlûm Dogan de hatin gel hev. Di festîvala li tesîsên Sporê ya Sarcelles Nelson Mandela pêk hat, di çarçoveya “Kûpaya Rêbertî” di beşên sporê yên futbol, tenîsa mase, bez û hwd. maçên beriya wê bi rojekê destpêkirin fînalîstan maçên xwe yên dawî li sehaya festîvalê pêk anîn û roja festîvalê xelatên xwe wergirtin.
Ji welatên wek Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda û hwd ji gelek bajarên Ewropayê ciwanên hatin Parîsê di 18. Festîvala Mazûm Dogan de hatin gel hev. Dirûşma esasî ya festîvala îsal, “Xwedî derkeve” bû. Festîvala bi banga li Rêbertî, welat, şehîd, têkoşîn, çand û dîroka xwe xwedî derkeve, bi mehane amadekariyên wê tên kirin saetên sibehê destpê kir.
Beriya bernameya dikê di çarçoveya “Tûrnûvaya Rêbertî” di pêşbirka 14 taximên futbolê derketin maçan û şûnde, taxima Bonne Dêrsim û Berlîn Fortuna 1 lîsstîn. Taxima Dêrsim Bonne piştî maçeke dijwar û bi heyecan bi ser ket.
Paşê taximên futbolê, komên folklorê ciwanên ji welatên cuda hatibûn di destê wan de flamayên Ciwanên Azad û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav sehayê de meşek li dar xistin. Piştî meşa bi sirûdan, bi rêzgirtinê bernameya dikê destpê kir.
Di festîvala ku rastî salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava hat, berxwedana Şengal û Kobanê mora xwe li festîvalê xist. Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Şengalê Zerdeşt Dewrêş, li ser navê Fermandariya YPJ’ê Sozdar Dêrik, li ser navê Koma Jinên Azad Viyan Leyla bi rêya telefonê tevlî festîvalê bûn û bang li ciwanan kirin.
Piştî axaftinan Ayfer Duztaş, Bengi Agirî, Koma Zerdeştê Kal, Şivan Erdal û Kekocan, Kama 84, Çetîn Zîlan bi stranên xwe coşa ciwanan zêde kirin.
Meclîsa Lîstikên Gel a Parîs a Tev-Çand wek berhema xebatên xwe yên salekê hunera xwe pêşkêş kirin.
Di festîvalê de mevanek ji HDP’ê jî hebû. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Di çarçoveya festîvalê de ji bo zarokan qadeke lîstîkê hat avakirin û gelek standan jî cihê xwe di festîvalê de girtin. Li gel standên Weşanên Mezopotamya, Mîr Muzîk, Heyva-Sor, MLKP, Ozgur Polîtîka standên ji bo mêvan pêdiviyên xwe bicih bînin standên xwarin û avê hatin vekirin.
Piştî festîval bi dawî bû kom û fînalîstên di pêşbirka beşên sporê de bi ser ketin xelatên xwe wergirtin.