Ciwan azadiya Ocalan dixwazin
Di pêşengiya Ciwanên Azad de, çalakiya bi bîsîklet a li Strasbourg destpê kir, di roja duyemîn de li bajarê Solothûrn ê Swîsre bi dawî bû.

Ciwanên ku bi şîara “Xwedî derkeve” li bajarê Strasboûrg ê Fransa hatin gel hev, di roja duyemîn a çalakiya bîsîkletan de li bajarê Basel ê Swîsre çalakiya xwe ji cihê mayî dewam kirin. Ciwanên ku gihiştin Solothûrn 84 kîlometre rê hatin.
Ciwanan di çalakiyan de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Terorîst Erdogan” gotin û azadiya Ocalan xwestin.
Berîvan Demîr a ji Baselê tevlî çalakiyê bû, got: “Wek Ciwanên Azad ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û Azadiya Ocalan em vê çalakiyê li dar dixin.” Demîr a bal kişand ser şerê li Kurdistanê û bang li hemû ciwanan kir ku çalakiyan li dar bixin.
Li gor agahiyên ji Komîteya Amadekar hatin wergirtin, wê çalakvan sibe saet 09.00’an li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bên gel hev, wê biçin Bernê û rêya biçin 40 kîlometre ye.