ÇHD: Li hember tecrîdê 27’ê Tîrmehê em li Gemlîkê ne

ÇHD’ê bal kişand ku tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcekî mirovatiyê ye û 27’ê Tîrmehê bi şîara "Ji tecrîdê na" wê li Gemlîkê bin

ÇHD’ê bal kişand ku tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûcekî mirovatiyêye û 27'ê Tîrmehê bi şîara  "Ji tecrîdê na" wê li Gemlîkê bin

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD)’ê ji ber astengkirina hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzer, malbat û Heyeta Îmrali re daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji Roja Ocalan li Îmrali tê ragirtin heta niha di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye, tecrîd bi keyfî û bêcidiyet her roj kûrtir dibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Statuya Îmrali, rejîma înfazê û tecrîda kûrkirî ya tê pêkanîn; dijberî hiqûqê û li derveyî mirovatiyê ye” û hat bibîrxistin ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi parêzer, ji 6’ê Cotmeha 2014’an ve bi malbat û ji 5’ê Nîsana 20145’an ve jî bi Heyeta Îmraliyê re nahêlin Ocalan hevdîtinê pêk bîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev astengiyên bi hincetên bêcidiyet ên wek "Muxalefeta hewayê", "koster xerabe ye" û binpêkirinên mafan nayên qebûlkirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Kûrkirina şert û mercên tecrîdê, dema mirov bi operasyona Mijdara 2011’an a li hember parêzerên Ocalan re bi hev re difikire, aşkera êrîşeke sîstematîk e ya li hember mafê parastinê. Her wiha ji Nîsanê ve aliyekî din ê mijarê jî gumana ewlekariya can e.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li Tirkiyeyê tecrîd ne polîtîkayeke înfazê ya hêsan ji bo girtî û zindaniyên polîtîk e, di heman demê de weke amûra îşkenceyê hatiye qebûlkirin, her wiha hat diyarkirin ku tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê tê pêk anîn ne êrîşeke li ser kesayeta Ocalan tê kirine, dîsa hat destnîşankirin ku di kesayeta Ocalan de bi pêkanînên ji derveyî mirovan ên hat kûrkirin re êrîşeke li ser gelê Kurd tê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Desthilatdariya siyasî ya dixwaze li Kurdistanê polîtîkayên şer ê topyekun bixe dewreyê, di rastiyê de dixwazin bi pêkanîna tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê berdewamkirin re  îradeya gelê Kurd bişkînin. Komeleya Hiqûqnasên Hemdem ji roja ku ava bûye heya roja me ya îro modele girtîgeha Tîpa F yê, li hemberî tecrîd û pêkanîna û rejîmeke înfazê têkoşîn meşandiye. Statuya Îmraliyê, ya li hemberî Abdullah Ocalan tê pêkanîn, rejîma înfazê û tecrîda girankirî jî di astekê de ye ku hiqûqa înfaza heyî destûr nade û qet nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştgiriya kampanyayên ji bo jiholêrakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin dikin û wiha hat gotin: “Em jî wê di roja 27’ê Tîrmehê de, di pêncemîn salvegera qedexeya keyfî ya hevdîtina parêzeran a li ser Ocalan tê pêkanîn de, bi dirûşma ‘Ji tecrîdê re na’ bi hempîşeyên xwe re li Gemlîkê bin. Em hemû endam û hempîşeyên xwe li hemberî vê pêkanîna derveyî mirovî, keyfî û ne hiqûqî vedixwînin Gemlîkê.”