Cezayê li 'doktorên Gezî' hat birîn hate protestokirin

Odeya Tabîban a Stenbolê, cezakirina 2 doktorên ji ber ku li Mizgefta Bezm-i Alem Valîde Sultan birîndar derman kiribûn salek ceza li wan hat birîn şermezar kir û gotin "Me mizgeft qirêj nekir we hiqûq qirêj kir."

Odeya Tabîban a Stenbolê, cezakirina 2 doktorên ji ber ku li Mizgefta Bezm-i Alem Valîde Sultan birîndar derman kiribûn salek ceza li wan hat birîn şermezar kir û gotin "Me mizgeft qirêj nekir we hiqûq qirêj kir."

Di berxwedana Geziyê de doktoran li Mizgefta Bezm-i Alem Valîde Sultanê birîndar derman kiribûn. Piştî dermankirinê, dadgehê der barê Pisporê Tipa Edlî Erenç Yasemin Dokudan û Pispora Cerahiya Giştî Sercan Yuksel ji bo her doktorekî 12 meh cezayê girtîgehê birî. Odeya Tabîban a Stenbolê têkildarî cezayê li doktoran hat birîn li Mizgefta Dolmabahçe Bezm-i Alem Valîde Sultan daxuyanî da. Wekîla HDP'ê ya Stenbolê Beyza Ustun, Wekîlê CHP'ê yê Stenbolê Ali Şeker û rêveberên TMMOB û ÎHD'ê jî amade bûn. Doktoran di çalakiyê de pankarta "Em nirxên gerdûnî yên pîşeya xwe û rûmeta doktoriyê diparêzin. Hekîmên Gezî nayên darizandin" vekirin û dowîzên "Hekîmtiya baş nayê darizandin" û "Em ne bi pêlavên xwe em bi berdikêlkên xwe ketin mizgeftê. Me li hundir birîndar derman kirin. Ger ku dîsa hebin em ê dîsa derman bikin." rakirin. Dîsa dirûşmên, "Em ne doktorên sermayedaran, em doktorên gel in" û "Ev hê destpêk e, têkoşîn didome" berz kirin.

'EM Ê GIRÊDAYÎ SONDA XWE BIN'

Duyemîn Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Raşit Takel, diyar kir ku hevalên wan li gorî pîvan û sincê gerdûnî karê xwe kirine û wiha got: "Em ê her dem li gel hempîşeyên xwe cih bigirin. Em ê her dem piştgiriyê bidin wan."

Serokê Odeya Tabîban a Stenbolê Prof. Dr. Selçuk Erez jî bang li dozger û dadgeran kir û xwest li sonda xwe xwedî derkevin û biryarên rast bidin.

Endama TTB'ê Încîlay Erdogan jî daxuyanî da diyar kir ku di şeva 2'ê Hezîrana 2013'an de di berxwedana Gezî de maşînên zirxî yên polîsan bi ava şid, gaza îsotê û guleyan êrîşî wan kir gelek birîndar bûn. Erdogan, da zanîn ku birîndar li Mizgefta Dolmabahçe derman kirin û wiha got: "Lê niha bi hinceta "Mizgeft qirêj kirine" ceza li bijîşkan dibire. Ger ku dermankirina birîndaran sûc be em ê vî sûcî berdewam bikin. Me mizgeft qirêj nekir. Lê we hiqûq qirêj kir" û bertekên xwe anî ziman.