Bîrdariya Komkujiya Sêwasê rastî êrîşê hat

Ji bo 33 kesên li Madimak a Sêwasê, 2’yê Tîrmeha 1993’yan hatibûn qetil kirin, li Goristana Karşiyaka ku bîrdarî hatibû çêkirin, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar hat xerakirin.

Ji bo 33 kesên li Madimak a Sêwasê, 2’yê Tîrmeha 1993’yan hatibûn qetil kirin, li Goristana Karşiyaka ku bîrdarî hatibû çêkirin, ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar hat xerakirin.

Li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê, lewhayên li goristana bîrdariyê ya ji bo kesên di Komkujiya Sêwasê ya 2’yê Tîrmeha 1993’yan de jiyana xwe ji dest dabûn hatibûn çêkirin, ji aliyên kesên nasnameya wan nediyar ve hatin xerakirin. Di êrîşê de navê kesên di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane hatin rakirin. Parlamentera CHP’ê Zeynep Altiok a keça Metîn Altiok bi rêya twîtter êrîş şermezar kir. Altiok diyar kir ku wê têkildarî bûyerê gilî bike.