Bîranînên Şehîdên Meha Cotmehê didomin

Şehîdên Meha Cotmehê û kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Di bîranînan de soza bilindkirina têkoşînê hat dayin.

Şehîdên Meha Cotmehê û kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Di bîranînan de soza bilindkirina têkoşînê hat dayin.

BONN

Li bajarê Bonn ê Elmanyayê Şehîdên Meha Cotmehê û Enqereyê hatin bibîranîn.

Bîranîna ku Meclîsa Jinan a Sara organîze kir, li Navenda Civaka Demokratîk a Bonn pêk hat. Ji parçeyên Kurdistanê malbatên şehîdan û kesên ji Bonn tevlî bîranînê bûn.

Berdevka TJK-E di axaftina xwe de got: “Ji bo azadiyê me gelek berdêlên mezin dan. Şehîdên me yên ku canê xwe kirine berdêl, têkoşîna me pîroztir dikin.”

MALBAT AXIVÎN

Malbatên kesên ku di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane jî axivin.

Bîranîn bi sînevîzyon û filmbelgesela “Nûjîn” a derhêner Veysî Altay Berxwedana Kobanê kiriye mijar bi dawî bû.

ESSEN

Di pêşengiya Tevgera Jinên Essen jî aktîvîteya bîranînê hate lidarxistin. Li ser navê malbatên şehîdan H. Cemîl, ser navê Tevgera Jinan Jînda Denîz û li ser navê Meclîsa NAV-DEM a Essenê jî Mevlude Ekîncî axivîn. Di axaftinan de jin, rola jinê ya di partiyê de û mîrateya jina Kurd ji cîhanê re hiştiye hat vegotin.

Di aktîvîteyê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” hatin gotin.

Di dawiya aktîvîteyê de pêşendana sînevîzyonê hebû û bi wesîleya Meha Muharremê aşûre hat belavkirin.

KOLN

Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê di serî de Gulnaz Karataş (Bêrîtan), tevahî şehîdên Meha Cotmehê hatin bibîranîn, bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kolnê hate organîzekirin. Bi dehan kes tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtinê destpê kir, malbatên şehîdan jî tevlî bîranînê bûn. Di bîranîna ku lorik hatin gotin peyama, “Em şehîdên xwe yên me anîne heta vê rojê û me gihandine van nirxan ji bîr nakin. Em ê li mîrateya wan a ji bo me hiştine, heta dawiyê xwedî derkevin” hat dayin.

Bîranîn bi sînevîzyonê berdewam kir.

Di bîranîne de jinan ji bo axaftina Karataş, “Eger ez rojekê şehîd bikevim, ji bo min helawê çêkin” bi cih bînin, helaw belav kirin.

FREIBÛRG

Di aktîvîteya ku li bajarê Freîbûrg ê Elmanya de Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn. Aktîvîteya ku ji aliyê Komuna Jinan a Nûda ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrgê hat organîzekirin, nêzî 150 kes tevlî bû. Destpêkê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hate girtin. Piştre ji aliyê Komuna Jinan a Nuda û malbatan ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de, di şexsê Bêrîtan û Arîn Mîrxan de dilsoziya bi şehîdên Kurdistanê hat ziman û wiha hate gotin: “Tevgera Azadiya Kurdistan hebûna xwe deyndarê şehîdan e.” Piştî axaftinan sînevîzyon hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê li ser esasê wesiyeta Bêrîtan, helaw hate belavkirin.

AACHEN

Bîranîna li bajarê Aachen ê Elmanyayê jî ji aliyê Meclîsa Jinan a Denîz Firat, li Mala Gel a Kurd hate lidarxistin.

Ji bo gerîlayên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, qorziyek ku bi gul, find û wêneyên gerîlayan ve hatibû xemilandin hate amadekirin. Ji sedî zêdetir malbat û gelek Kurdistanî tevlî aktîvîteyê bûn, axaftina vekirinê ji Komîsyona Şehîdan a Mala Gelê Kurd, Nesîbe Bîlen kir.

Dayika Şengê jî gotn: “Îro di şexsê Şehîd Gulnaz Karataş (Bêrîtan) de tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim.”

DÛSSELDORF

Di pêşengiya Tevgera Jinan de li bajarê Dûsseldorf û herêmên Grevanbrûch û Monchenglatbach ên Elmanyayê Şehîdên Cotmehê hatin bibîranîn.

Di aktîvîteyê de nûnerên Komîteya Malbatên Şehîdan û saziyan axaftin kirin, pêyama dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hate dayin.

Di aktîvîteyê de sînevîzyona bi navê "Newaya Cotmehê" hate nîşandan.

Di aktîvîteya ku Meclîsa Jinan a Şehîd Çîçek Botan û Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Evrey-Melûn bi hev re organîze kirin kesên di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane jî hatin bîranîn.

...