‘Bila qedexeya li hember PKK’ê bê rakirin’

Li ber parlamentoya Elmanya bi daxwaza rakirina qedexeya li hember PKK’ê çalakiyek hat lidarxistin.

Li ber parlamentoya Elmanya bi daxwaza rakirina qedexeya li hember PKK’ê çalakiyek hat lidarxistin.

Ji bo qedexeya li hember PKK’ê ya ji sala 1993’yan ve li Elmanyayê di meriyetê de ye bê rakirin, bi banga Partiya Çep a li Meclîsa Federal ji bo rakirina qedexeya li hember PKK’ê beriya rûniştina taybet, li ber Parlamentoyê bi daxwaza “Bila qedexeya li hember PKK’ê rabe” xwepêşandanek hat lidarxistin.

Di xwepêşandana ku ji aliyê Bloka Çep ve hat organîzekirin, pankartên, “Bila qedexeya li hember PKK’ê rabe” û “Xwedî li Kobanê û Rojava derkeve” hatin vekirin. Partîzan, ATÎK, Partiya Çep, PYD, Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan, Hevseroka NAV-DEM Yuksel Koç, Parlamenterê Parlamentoya Hambûrg  Cansû Ozdemîr, Sevîm Dagdelen, 10 parlamenterê Partiya Çep û gelek kes beşdarî bûn.

Parlamenterê Partiya Çep (Dîe Lînke) Dîether Dehm ê di xwepêşandanê de axivî got ku qedexeya li hember PKK’ê bê wate ye, divê hikûmeta Elman têkoşîna demokrasiyê ya PKK’ê ya li dijî DAIŞ şer dike bibîne.

Parlamenter Ulla Jelpke jî hikûmeta CDU kir hedefa xwe. Jelpke anî ziman ku sedema esasî ya ranekirina qedexeya li hember PKK’ê têkiliyên bi Tirkiyeyê re ne, ji ber vê qedexeyê gelek Kurd mexdûr dibin. Jelpke got ku ev şermeke demokrasî û hiqûqê ye. Ulla Jelpke diyar kir ku Kurdên li Tirkiyeyê û Rojava di bin zextan de ne, divê hikûmeta Elman vê bibîne û demldest qedexe bê rakirin.

Hevseroka NAV-DEM’ê Yuksel Koç,  Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan û Parlamentera Hambûrg Cansû Ozdemîr jî axivîn.

Parlamenterê Partiya Çep Dîether Dehm ji ber dovîza ku ala sembola ala PKK’ê li ser rakir, polîsan mudaxeleyî parlamenter kirin. Polîsan du kesên ku dovîz anîn binçav kirin.