Kalkan: Bila Newroz bibe destpêka pêvajoya hilweşandina faşîzmê

Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir wê Newroz bibe destpêka pêvajoya hilweşandina faşîzmê û got “PKK partiyeke Newrozê ye, helwesta Rêbertî helwesteke Newrozê ye. Rêber Apo rêbertiyeke Newrozê ye.”

Dûran Kalkan tevlî bernameyeke taybet a di televîzyona Medya Haberê bû Mahsûm Korkmaz (Egîd) û Mazlûm Dogan di serî de hemû şehîdên Newrozê û şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr anî.

Kalkan diyar kir wê îsal Newroz bibe lûtke û got “Bila Newroz bibe destpêka pêvajoyeke nû, hilweşandina faşîzmê, demokratîkbûna azadiya Kurdan û Tirkiyeyê.”

Kalkan bal kişand ser guherîna Newrozê ya di têkoşîna 50 salan de û got “Kurdistan bi saya têkoşîna Apoyî ya 50 salî hate vê astê. Yanî her roj veguherand Newrozê, her der kir qada Newrozê. Rastiya gel a ku bûye Newroz derket holê. Ew bi rastî pêşveçûnek mezin e. Em bala xwe bidinê, bi Rêber Apo, PKK, têkoşîna azadiya jinê û bi têkoşîna azadiyê Newroz çiqasî xweş û watedar bûye. Çi coş û heyecaneke mezin derket holê. Mirovahî çawa çêbû, têkiliyên nû çawa hatin afirandin. Gelekî zelal e. Ev hemû wê di Newrozê de derkevin asta herî jor. Em bi temamî ji vê bawer dikin. Ev pêncî saliya meşa Rêber Apo ye. PKK partiya Newrozê ye, helwesta Rêbertiyê helwesta Newrozê ye. Rêber APO rêbertiyeke NEwrozê ye.”

Dûran Kalkan di bernameyê de ev tişt got:

DIVÊ EM RASTIYA RÊBERTÎ BI KÛRAHÎ FÊM BIKIN

“Di serî de berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Newroza wî pîroz dikim. Ez di wê baweriyê de me ku vê Newroza Rêber Apo wê bibe Newroza ku li gelek cihan hatiye gotin wê pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bide destpêkirin. Di heman demê de ev Newroz dibe salvegera pêncîyemîn a ku helwesta Rêbertî, meşa azadiyê ya dîrokî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin. Dibe salvegera 50’emîn a ku PKK'ê hatiye danîn. Yanî pêncî saliya Newrozê ye. Li Kurdistanê yekem car meşa Rêbertiyê ya bênavber pêk tê. Nîv sedsal diqede. Helbet ev cara yekem e. Bi rastî jî di cîhanê de û di dîrokê de mînakên wisa kêm hene. Li Kurdistanê qet çênebû. Danheviyeke wiha qet pêk nehatiye. Cara ewil ev yek bi Rêber Apo re pêk tê. Danheviyeke mezin çêbû, zayînek nû, civakek nû derket holê. Ev tişt hemû dikevin sala pêncîyemîn a sala Rêbertî. Em dikarin bibêjin ku sala Rêbertî ya 50’emîn dest pê dike. Em dikevin sala pêncîyemîn a duyemîn a meşa azadiyê ya Rêber Apo. Sala nû ya ku bi vê Newrozê dest pê dike tê wateya wê. Em di wê baweriyê de ne ku sala 51’emîn wê têkoşîna 50 salî bilindtir bike, wê ber bi serkeftinên mayînde ve bibe. Wê pêvajoya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bide destpêkirin. Wê li ser esasê çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn pêş bixe. Baweriya me, hêviya me ev e. Li ser vê bingehê em vê 50 saliya meşa Rêbertiyê, pêncî saliya helwesta Rêbertiyê pîroz dikin. Em sala 51’emîn a têkoşîna mezin jî silav dikin. Helbet ev yek erk û berpirsyariyên mezintir li ser me ferz dike. Rêber Apo di bin şert û mercên ewqas dijwar de ye û di bin zexteke wisa de ye ku nîvê van 50 salan de, li dijî pergala îşkence û qirkirinê ya Îmraliyê têkoşiyaye. Divê em vê tu carî ji bîr nekin. Ji ber ku 50 sal in di bin êrîşên bi vî rengî yên faşîst, mêtinger, qirker û komploger de meşa azadiyê ya bênavber meşand, helbet em tevger, şagirtên Rêbertî û weke gelên ku bi têkoşîna Rêbertiyê hatine afirandin, erk û peywirên mezin dikevin ser milê me. Derket holê ku em dikarin gelek tiştan bikin. Bi munasebeta vê salvegerê divê em rastiya Rêbertiyê kûrtir têbigihin û bi hêztir û bi serketî bi pêk bînin.

DIVÊ EM TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA RÊBER APO XURTTIR BIKIN

Li ser vê bingehê pêwîst e gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û tevahî mirovahî, di serî de civak, jin û ciwanên Kurd li ser esasê xeta Rêbertiyê bên ronîkirin û perwerdekirin. Divê em Rêbertî bigihînin hemû bindest û gelên bindest. Jixwe Rêbertî bandorkirinên hewce dike. Ji aliyê din ve jî di vê çarçoveyê de têkoşînek heye. Di vê pêvajoyê de li gelek cihan gelek hewldan û têkoşîn hene. Mînak gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdeyî 2 milyon û nîv îmze kom kirin. Li Bakur jî têkoşînek derketiye pêş. Parêzer her tim şerê hiqûqî dikin. Li vir Wezareta Edaletê hişyar kirin, nameyeke eşkere weşandin; bi CPT, DMME, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re têdikoşin. Ev tişt didomin.  

Parlamentoya Ewropayê jî konferansa Kurdan li dar xist. Ji wir jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo bidawîkirina êşkence û tecrîda Îmraliyê bang hate kirin. Ew girîng bû. Di pêvajoyên berê de li qadên derve jî têkoşîn hebû. Ji Kenyayê heta Efrîkaya Başûr, ji Emerîkayê heta Ewropayê li her qadê têkoşînek heye. Têkoşîna misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Li dijî pergala êşkence, qirkirin û tecrîdê û ji bo parastina azadî, demokrasî û mirovayetiyê têkoşînek heye û ev belav dibe. Û divê em vê têkoşînê hîn zêdetir xurt bikin. Di vê salvegerê û destpêkirina sala 51. a Rêbertiyê de em ê vê bibêjin: Divê em her cure têkoşînê bi rêxistinkirî û plansaztir geştir bikin. Divê em bi çavê biçûk li meseleyê nenihêrin. Divê em nebêjin bandora vî tiştî tune an jî heye, divê cihêkarî neyê kirin. Lê divê her dem têkoşînek hebe. Ji ber ku ev feraset û siyaseta faşîst, mêtinger, qirker encax bi têkoşînê dikare were şikandin. Sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê encax bi têkoşînê dikare were hilweşandin. Azadiya fizîkî ya Rêber Apo wê bi têkoşîna piralî were misogerkirin. Em vê yekê pir zelal dibînin, em baş dizanin. Em ê di sala 51’emîn de têkoşînê geştir bikin.  

GELÊ QAMIŞLO HELWESTEK LEHENGÎ NÎŞAN DA

Adar bi rastî meha lehengiya Kurdan e. 8'ê Adarê meha Newrozê di heman demê de meha lehengiya jinê ye. Di vê mehê de berxwedanên mezin pêş ketine. Di heman demê de meha lehengiya şoreşgeriya Tirkiyeyê ye. Berxwedana Kizildereyê heye, 30’ê Adarê heye. Beriya her tiştî dîtina wan û silavkirina van berxwedanan pêwîst e. Aliyê din ê rewşê jî qetlîam in. Komkujiya Qamîşlo, Komkujiya Gazî, Komkujiya Helebce. Pêvajoyeke wisa ye ku di zivistana 2015-16’an de li bajarên Bakurê Kurdistanê komkujî pêk hatin. Em van jî dibînin. Li ser vê bingehê beriya her tiştî ez berxwedanê silav dikim û şehîdên komkujiyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Komkujiya Qamişlo girîng e. Asta Serhildanê derdixe pêş her tim. Belê, serhildan jî heye, lê ev serhildan ji bo protestokirina êrîşên qetlîamker ên rejîma BAAS’ê pêk hat. Destpêkê komkujiye. Ji ber vê yekê divê em şaş nemînin. Divê were dîtin ku rejîma Baas jî komkujî kiriye. Pêşengiya destpêkê ne di serhildanê de, di komkujiyê de ye. Di nêzîkatiya mêtinger a nîjadperest, şovenîst, asîmîlasyonîst a rejîma BAAS’ê de ye. Ev di bingeh de êrîşa ku wan di maçeke futbolê de da destpêkirin bû. Êrîş pêk hatine, komkujî pêk hatine. Li hemberî vê yekê gelê Qamişlo bertekên tund nîşan dan û li hemberî vê yekê berxwedaneke leheng nîşan dan. Helbet em vê serhildanê û vê helwestê silav dikin, lê divê em vê qetlîamê bibînin û rastiya wê ji bîr nekin.

HELEBCE DESTPÊKEK Û PARÇEYEK JI ÊRÎŞA NAVNETEWEYÎ BÛ

Komkujiya Helebceyê qirkirinek e. Ji bo Helebceyê gotina tenê Komkujî ne rast e. Qirkirineke komî ye. Jixwe gelek hêzên hiqûqî ev weke qirkirin qebûl kirine û hîn jî qebûl dikin. Qirkirina bi bikaranîna çekên kîmyewî. Ev rastiyeke îsbatkirî ye. Em bêjin çawa ku rejîma Seddam 35 sal berê li Helebceyê bi çekên kîmyewî êrîşî gelê Kurd, welatparêz û şoreşgeran kir, mîna par û îro jî li xeta sînorê Bakur, Başûrê Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metîna li dijî Kurdên welatparêz û PKK’ê vê carê dîktatoriya faşîst Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî, çekên kîmyewî, bombeyên nukleer ên taktîkî û bombeyên fosforê ên qedexekirî tên bikaranîn û her cure êrîş pêk tînin.

Û berî vê pêvajoyê jî heye. Tê gotin ku li Dêrsimê jî gaz hatine bikaranîn. Qirkirina Dêrsimê jî bi gazên xeniqandinê pêk hat. Êrîşên mêtinger û qirkir li her derê hevpar in. Heger hûn bala xwe bidinê, yên ku li hemberî kurdan qirkirinê pêk anîne, her cure êrîşên dijmirovahî, çekên kîmyewî jî li dijî Kurdan bikar  anîn. Em dizanin ku wan ev çek ji ku derê anîne. Em helwesta her kesî li dijî van komkujiyan jî dizanin. Ji ber vê yekê ez di 35 saliya wê de careke din şehîdên qirkirinê ya Helebceyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim.

Komkujiya Helebceyê bi têkoşîna li Başûrê Kurdistanê û şerê Îran-Iraqê ve girêdayî bû. Lê ne tenê girêdayî vê bû. komkujiya Helebçeyê bû sedem ku pêvajoya şerê Îran û Iraq bê seknandin. Ev êrîşeke plankirî ya DYA, PDK, Komara Tirk, dewletên Ewropa bi hev re di bihar û havîna 1988’an de li dijî PKK’ê, ji aliyê leşkerî, siyasî û hiqûqî ve, ji Başûrê Kurdistanê heta Bakurê Kurdistanê û heta Ewropayê, ew bû parçeyek û destpêka êrîşê. Qirkirina Helebceyê bi destpêka yekemîn êrîşa qirkirinê ya plankirî ya navneteweyî ya li dijî PKKê ve girêdayî ye. Amadekirina zemînê wê bû. Çima ez vê diyar dikim? Ji ber piştre şerê 92’an li Başûr pêk hat. Piştre komploya navneteweyî hat. Pêvajoya ku em jê re dibêjin komploya navneteweyî bi rastî jî ji vir dest pê kir. Gav bi gav amade kirin. Bi komploya 9’ê Cotmeha 98’an û 15’ê Sibata 99’an heta îro hat. Helebce destpêka vê ye. Berxwedanên Kurdan ewqas bi hev ve girêdayî ne. Êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê û gelê Kurd bi heman rengî bi hev ve girêdayî ne. Nizanim Tirkiye dike, Iraq dike, Elî dike, Velî dike. Mesele ne ev e. Nav diguherin, herêm jî diguhere, lê armanc jî hevpar e, yên hatine qetilkirin jî hevpar in. Divê em vê bibînin. Li ser vê bingehê divê em van komkujiyan binirxînin. 35 sal in têkoşîneke mezin a tolhildanê heye. Tevahiya berxwedana gerîla ya ji aliyê PKK’ê ve hat meşandin di rastî de tolhildana qirkirina Helebceyê ye. Em ê vê heta serkeftinê bidomînin.

EM BERXWEDANA LI DIJÎ FAŞÎZMÊ SILAV DIKIN

Rastiya darbeya 12'ê Adara 1971'an heye. Ya rastî darbeya 12’ê Îlonê li wir hat amadekirin. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê ya niha bû lûtkeya vê pêvajoyê. Em dikarin ji vê re bibêjin pêvajoya dîktatoriya leşkerî ya faşîst. Dibêjin Komara Duyemîn jî. Lûtkeya wê faşîzma AKP-MHP’ê ya îro ye. Bi darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an ev pêvajo bi awayekî rêxistinkirî dest pê kir. Cûntaya Kenan Evren e. Ya ku ew amade kir jî derbeya 12’ê Adara 1971’ê bû.

Ev derbe girîng bû. Darbeyek bû ku ji bo tevgera şoreşa demokratîk a ku li Tirkiyeyê pêşketibû bifetisîne, têkoşîna rizgarî û azadiyê ya gelan bifetisîne, pêşî li demokratîkbûna Komarê bigire û komarê veguhere dîktatoriya leşkerî ya faşîst a olîgarşîk. Pêvajoya piştî wê ev yek bi awayek zelal hate dîtin. Bi êrîşan şoreşger bi awayekî hovane qetil kirin, înfaz kirin, êşkence li wan kirin. Ji Behra Reş heta Nurhaqan li gelek deveran ew qetilkirin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan, ji bo bi tevahî pêvajoya ku bi darbeya leşkerî ya faşîst hatiye destpêkirin, li dijî her cure bertekan têbikoşe û armancên şoreşa demokratîk ên şoreşgerên 1971’an pêk bîne, hate avakirin. Armanca avakirinê ev bû. Armanca ragihandina wê ya 12’ê Adarê jî wiha ye. Divê em vê baş fêm bikin. Ji ber vê yekê ruhê Kizildereyê, ruhê 6'ê Gulanê û ruhê 18'ê Gulanê di HBDH'ê de dijîn. Bi wî ruhî ev Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya mezin hate destpêkirin. Bi rastî jî meşa şoreşê ya yekbûyî ya ku 50 sal berê ji aliyê şoreşgeran ve hatibû destpêkirin, bi vî rengî rêxistinkirî û plansaztir kir. Em dikarin bi vî rengî îfade bikin.

Ji ber vê yekê bêguman em berxwedana şoreşgerî ya ku li dijî rejîma faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê hate pêşxistin, silav dikin. Em wî ruhî silav dikin. Em wan berxwedêran bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Rê li ber me vekirin, rê nîşan dan. Em berxwedana ku ji bo bîranîna wan û têkbirina darbeya 12’ê Îlonê û hemû dîktatoriyên leşkerî yên faşîst, qirker û qetlîamker ên piştî wê hatin pêşxistin, silav dikin. Helbet di vî warî de derketineke pîroz e.

7 sal li ser avabûna HBDH'ê re derbas bû. Kete sala xwe ya heştemîn. Ez salvegera HBDH’ê ya heftemîn pîroz dikim. Ez sala we ya heştan silav dikim. Di van 7 salên dawî de li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşîna herî bi bandor, berfireh û encamgir Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan da. Pêşengiya berxwedana li dijî faşîzmê kir. Bi qehremanî ev yek kir. Kes nikare vê înkar bike. Ji Rojava heta Behra Reş, ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Stenbolê her herêm veguherandiye qada berxwedanê. Milîsên HBDH’ê û gerîlayên li çiyê bi rastî derbeyên giran li faşîzma AKP-MHP’ê xistin. Zemîna wan hejand û ew ber bi hilweşandinê ve birin. Bi vî awayî, ew ket sala xwe ya heştan bi hêztir û bi bandortir. Em dikarin vê bi zelalî bibêjin. Di sala heştemîn de ew ê vê têkoşîna pêşeng di her alî de xurtir bimeşîne. Ji bo vê hêza wê heye û amadekariyên wê jî hene. Wê hewl bide encamên têkoşîneke bi vî rengî bi hilbijartinan veguherîne siyasetê. Ji bo bidestxistina encamên siyasî jî dê hewl bide. Mirov dikare vê bi rehetî bîne ziman.

DERIYÊ TEVGERA ŞOREŞA YEKGIRTÎ VEKIRÎ YE

Tecrubeyeke pir girîng e. Ev tişta ku pêk hat, kesî bawer nedikir ku wê têkilî û tifaqeke wisa pêk were. Ev gelekî girîng e. Dibe ku qelsî û kêmasî hebe. Em van tiştan dinirxînin. Em bi rexne û xwerexneyê derbas dikin. Em PKK bi xwerexneyî nêzî her cure qelsî û kêmasiyan dibin. Heval û hogirên me jî heman nêzikatiyê nîşand idin. Dibe ku hinek pirsgirêk hene. Em nîqaş dikin, em wan çareser dikin. Lê ya bingehîn ew e ku em bi têkoşîna cewherî re, bi şoreşê bawer bin, azad, wekhev bijîn, ev tişt hêza çareseriyê dide me. Li cem me hevrêtiyeke wisa ava bû. Me hev baştir nas kir. Gelek hêz derveyî nav tevgera şoreşa yekgirtî man, me bang kir û em li benda wan jî bûn. Hê jî dikarin werin tevlê bibin. Em dîsa bang dikin. Ji ber vê yekê deriyê me ji her kesî re vekirî ye. Hat îspatkirin ku ev ne tiştekî wisa hêsan, qels û li ser berjewendiyan hatina avakirin. Di têkoşîneke mezin a 7 salan de her kesî ev yek dît. Ji ber vê yekê yekitiya li vir, avakirina hêzeke mezin a şoreşger, ji bo serkeftinê baş û pêwîst e. Ew me ber bi serkeftinê ve dibe û armancên me pêk tîne. Ji ber vê yekê, em li benda tevlêbûnên nû ne. Em bi her kesî re ji nîqaşê re vekirî ne. Di sala 8’an de jî em hemû rêxistinên HBDH’ê em diyar dikin ku em ê têkoşîna şoreşa yekbûyî li her qadê bi bandortir û xurtir pêş bixin. Em heta dawiyê li ser vê biryarê ne. Bi vê biryardariyê em Newroza hemû dostên xwe pîroz dikin. Ez diyar dikim ku em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin û bi têkoşîna ku wê di 1'ê Gulanê de pêş bikeve em ê sala heştemîn bikin sala serkeftina berxwedana şoreşa demokratîk a antîfaşîst.

DÎKTATORIYA FAŞÎST A AKP Û MHP’Ê KARESATAN AVA DIKE

Berî niha bi dayîkeke welatparêz digot, heke wisa bidome wê kevir li serê me bibare. Bi rastî jî ger rêveberiya Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî zû neyên hilweşandin, dibe ku kevir bi ser Tirkiye û Kurdistanê de bibarin. Hatiye rewşeke wiha. Êdî ne mimkûn e ku mirov tiştên ku diqewimin bi tiştên xwezayî re rave bike û wan wekî karesatên xwezayî bibîne. Tişta diqewime xwezayî ye, tişta ku hatiye avakirin jî karesat e. Bajarvaniya ku AKP’ê di 21 salan de li ser esasê rantê kiriye, rê li ber vî tiştî vekiriye. Derket holê ku ev talaneke çawa ye û ji bo mirovan karesatên çawa ava kiriye. Derket holê ku bajarvanî çi ye. Erd diheje qiyamet radibe, baran dibare dibe lehî û dîsa dibe qir û qiyamet. Dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê ev tişt afirandiye. Ev avakarê karesatê ye. Nexwe rizgariya vê karesatê tê wateya rizgariya ji vê dîktatoriyê. Ev tişt bi zelalî derket holê. Ya duduyan, derket holê ku ev bajarîbûn, ev bajarîbûna bi rantê, îstîsmar û talankirinê, bi rastî jî karesateke mezin e. Pêwîst e li ser vê rastiyê were sekinandin. Rêber Apo di parêznameyên xwe de li ser vî tiştî sekinî. Diyar kir ku ev bajarîbûn karesat û penceşêr e. Gelek sal berê nivîsand û got ku ev ne bajarîbûn e, zextê li ser xwezayê dike, mirov bi karesatan re rû bi rû dibîne, niha jî em van tiştan dijî. Ev tişt Rêber Apo diyar kiriye, gişt rast derketin. Lê encamek nehate derxistin, divê em ji vî tiştî encamekê derxînin. Bi kêmanî divê kesên li ser xeta Rêber Apo, welatparêz, şoreşger, demokrat vê rastiyê bibînin. Divê em li dijî bajar û bajarvaniya wisa derkevin. Mirov tên xapandin lê rastî li holê ye, rê li ber her cure karesatê veke. A rast jiyan bi xwe jî ne wisa afirîner e.

Divê ev bajarîbûn jî têkeve ber lêpirsînan. Ez nabêjim bila bajar tunebe, lê bajarên bi vî rengî nabe, jiyaneke bi vî rengî nabe. Ji ber vê yekê em berpirsiyariya jiyana xwe bigirin ser xwe. Em nebêjin bila her tiştê jiyana me dewlet û desthilatdariya faşîst diyar bike. Ji wan re hate hiştin. Wan ev tişt afirandin. Wê demê divê pêşî lê were girtin. Divê tecrube were stendin. Mirov vî tiştî bi êş û  xemgînî dibêje. Bi rastî jî erdhejê rewşeke wisa giran derxist holê. Niha jî lehî rabû, êşê li ser êşê zêde dike. Em bi êşa gelê xwe yê mexdûrên erdhej û lehiyê ne. Tevgera me berê jî bangî gelê me kiribû, niha jî em ji bo hevgirtin û alîkariya erdhejzedeyan bang dikin. Divê berê tevdîrên lezgîn were stendin lê dibê sedema vê rewşê jî bi kûrahî were nîqaşkirin û tevdîr werin stendin. Em nîqaşeke wisa bidin destpêkirin, bila her kes ji vî tiştî re vekirî be, em nekevin nav rewşeke ku ji êşan gazinan dike û ji dewletê tiştekî dixwazin. Em jiyana xwe rast ava bikin, qedera xwe têxin destê xwe, em qedera xwe ji hêzên faşîst, mêtinge û talanker re nehêlin. Ev rastî derket holê. Li ser vî esasî em careke din bibêjin bila derbasbûyî be û em bi êşa gelê xwe re ne.

DIYAR E WÊ SEKINANDINA ÇALAKIYAN ZÊDE NEDOME

Banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ya li ser navê rêveberiya tevgera me û biryara wê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ango xwedî pîvanên wijdanî, exlaqî û însanî bû. Helbet wateya wê ya siyasî ya kûr jî hebû. Li ser esasê berpirsiyariyeke bilind bû. Em hîn di vê hişmendiyê de ne. Tevgera me dişopîne û temaşe dike. Lê ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim. Fermandariya Biryargeha me ya Navendî, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyan didin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê her roj daxuyaniyan dide. Yanî em HPG û PKK me biryarek wiha stend û daxuyanî da. Me ev helwest pêş xist û em vê rewşê diparêzin. Lê belê rêveberiya faşîst a AKP-MHP'ê li gorî vê helwestê tevnegeriya. Divê her kes bizane, bîlanço li holê ne. Ez naxwazim wan dubare bikim. Ne hewce ye. Êrîş berdewam dikin. Her diçe zêde dibe, berbelav dibe. Li dijî hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî û bejahî didomin. Artêşa Tirk a faşîst ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê sînordar bû. Êrîşî Şengalê jî kir, her roj êrîşî Rojava dike. Bi gotineke din, êrîşkariya rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê didome. Qêrîna wan a ji bo şer didome. Divê her kes vê bizane. Divê ev bê dîtin. Çima ez vê îfade dikim? Yanî eger aliyek bi vî rengî ewqas êrîş bike, çekên kîmyewî, bombeyên fosforî, her cure bombeyên qedexekirî, her cure teknîkê bi kar bîne, aliyê din bê têkoşîn nikare bisekine, nikar xwe neparêze. HPG, gerîla divê xwe biparêze, diyar dikin. Dibêjin em neçar dimînin çalakiyên ji bo parastinê bikin. Ev rewşek girîng, watedar e. Divê xwe biparêze. Ji ber vê yekê, bi min wisa dixuye ku ger nêzîkatiyên cuda pêş nekevin, ev rewş ew qas dirêj nake. Nizanim wê çiqas bidome. Rêveberiya me bi baldarî û hestiyar dişopîne, her dem nîqaş dike û dinirxîne. Min berê jî gotibû, niha jî ev rewş didome. Di nav tevgera me de jî aciziya ji ber vî tiştî gelekî zêde ye. Em pozîsyona xwe ya parastinê diparêzin. Em ne di wê rewşê de bûn ku bi temamî çekan deynin û agirbestê ragihînin. Heta ku êrîşî gerîla neyê irin, gerîla çalakiyên êrîşê nake. Pir caran, çalakiyên bi vî rengî li bajaran nayên kirin. Em hewl didin vê yekê biparêzin. Yanî rewş krîtîk e.

Li aliyê din me di bernameya berê de gotibû ku li hemberî vê yekê helwestên hêzên din zêde pêş nakeve. Hin hewldan hene? Di vê pêvajoya berê de hebû. Yanî HDP’ê piçekî îfade kir, Tifaqa Azadiya Kedê qal kir, hinek derdor li Tirkiyeyê nîqaşan dikin. Di medyaya navneteweyî de jî li ser wê hate sekinandin. Wekî ku piçekî bandor li derdorên siyasî jî kîr. Hinek dibêjin em dinirxînin, em ê li ser bisekinin. Peyamên wisa jî didin. Lê wê kîngê li ser were sekinandin? Wê encameke çawa jê derkeve. Nabe ku were gotin, heke kêfa min li cih be, ez ê nirxandinekê bikin. Divê her kes baş bifikire, helwesteke rast nîşan bide, helwesta wan çi be, nêzikatiya wan çi be, divê bi eşkereyî deyne holê.

Tê gotin ku Tirkiye ketiye pêvajoya hilbijartinê. Pêvajoya siyasî gurr û leztir bûye. Lewma divê êdî her kes helwesta xwe ya siyasî diyar bike, helwesta xwe ya li hemberî şer eşkere bike. Divê helwesta xwe ya li hemberî biryara KCK’ê ya bêçalaktiyê helwesta xwe eşkere bike. Divê helwesta xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd eşkere bike. Di eslê xwe de di qirkirina li ser gelê Kurd de ew li ku cih digire? Gelo ew ê li dijî vê qirkirinê derkeve û bixwaze were sekinandin? Ew çawa nêzî areseriya azadîxwaz a pirsgirêka Kurd dibe ya ku bingeha demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û NATO û Ewropa jî wê ber bi demokratîkbûneke cidî ve bibe, wê nêzikatiya wan çawa be? Di vê rewşê de dewletên Ewropayê mûxatab in, DYE mûxatab e, hemû NATO mûxatab e. Nexwe tam dema wê yê. Nabe ku mirov zêde li bendê be û bi derengî bikeve. Divê her kes helwesta xwe nîşan bide û polîtîkaya xwe eşkere bike.

KONFERANSA KURDAN A LI PARLEMENTOYA EWROPAYÊ GIRÎNG E

Di konferansa ku weke 17’emîn Konferansa Kurd a di 8-9'ê Adarê de li Parlamenta Ewropayê pêk hat de, hin biryar hatin girtin û daxuyanî hatin dayîn. Em qîmetê didinê. Lê ez dixwazim li ser vê yekê tiştekî bibêjim. Divê em zanibin ka ev biryar wê çawa bên pêkanîn, wê kengê bên pêkanîn. Dibêjin ev konferansa 17’emîn e. Wateya wê çi ye? Beriya vê jî 16 konferans hatin lidarxistin û ev rewş hatiye nîqaşkirin. Tê texmînkirin ku di van 16 konferansan de jî biryarên bi vî rengî hatin girtin. Ji ber vê yekê, biryarên wan 16 konferansan çawa hatin bicihanîn, di pratîkê de çi encam dan? Me tiştek nedît, li holê rewşeke cîddî tune. Ji ber vê biryar û bangên Konferansa 17’an baş in, lê heke bên pêkanîn wê wateyeke wê hebe. Heke were pêkanîn wê mayînde bibe. Ji xeynî wê, ew ê tu bi tenê wekî bangeke nêtbaş were dîtin.

Ez wek nûnerê PKK’ê beşdarî konferansa Kurdan a ku di Adara 1994’an de li Brukselê hatibû lidarxistin bûm. Li wir jî bi berfirehî li ser pirsgirêka Kurd nîqaş hatibûn kirin. Bi qasî ku tê bîra min di navbera 10-15ê Adarê de bû. Li wir jî biryarên pir baş hatin girtin. Lê tiştek nehat pêkanîn. Me tiştek di pratîkê de nedîtiye. Ger biryarên wê demê hatin stendin, bihatina pêkanîn wê ev tiştên niha nehatine jiyîn. Di 9’ê Cotmeha 98’an de Rêbertî derbasî Ewropayê bû. Ew çû Yewnanîstanê, di ser Rûsyayê re çû Romayê. Ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd her firsend pêşkêşî Yekîtiya Ewropayê kir, lê wan rêya Îmraliyê nîşanî Rêbertî dan. 25 sal in Îmraliyê di pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê de dihêlin. Ya ku vî tiştî dike Yekîtiya Ewropayê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryarê dide. Ew çavdêriya biryarên xwe dike û vê pêvajoyê didomîne. Parlamentoya Ewropayê jî ev biryar girt. Ew hemû organên Yekîtiya Ewropayê ne. Belê, aliyek 25 sal in Îmraliyê didomîne, biryarên ku 16 caran hatine girtin, nehatine bicihanîn. Niha ger biryar baş bên pêkanîn baş e. Divê em pêşketinên ku wê pêk werin bibînin. Divê em pêngava pratîkî bibînin. Em tenê wisa bawer dikin. Dibe ku tiştekî wisa be. Di vî warî de min jî diyar kir ku divê kesên xwedî siyaseteke nû ku bi rastî jî gotineke wan heye di vê demê de helwesta xwe diyar bikin. Bila biryarên Konferansa Kurd a Parlamentoya Ewropayê ji bo vê yekê bikin fersend. Helwesta aliyên Kurd û rewşa bêçalaktiyê ji bo ravekirina polîtîkayên bi vî rengî zemîneke gelek guncan e. Îcar em bibînin ka biryareke wiha heye, têgihiştinek heye? Bi rastî hûn çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd dixwazin? Em dixwazin vê bibînin. Aliyê Kurd her tim gotiye em amade ne û vekirîne û ev jî bi helwesta xwe nîşan dide. Faşîzma AKP-MHP’ê û dewleta Tirk bi salan e ji bo tinekirinê her cure êrîşan pêk tîne. Ji Ewropa û NATO’yê her cure piştgirî wergirt. Wê dît ku encamek xerab e. Hemî pere daye şer, pereyên ji bo avakirina bajaran û tevdîrên ji bo erdhej û lehiyê dane şer û ji ber vê kareseta çêbûne. Vî gelî ev pere da, hêzên derve dan. Hemû jî li hemberî gelê Kurd bûn şer. Nexwe divê li hemberî vê rewşê helwestek were nîşandan. Divê em ji vê feraset û siyaseta faşîst, mêtinger û qirker re bibêjin bisekine. Divê em xwe ji vê qut bikin. Divê li hemberî vî tiştî helwestên polîtîk were geşkirin.

Em lê dinihêrin, ji ber vê yekê em dişopînin. Me di vî warî de bang kir û em banga xwe berdewam dikin. Heke geşedanên nû werin kirin, em ê binirxînin. Heke nebe jî em têkoşîna xwe didomînin û jixwe em didomînin jî.

DIVÊ EM JI DÎKTATORIYA FAŞÎST RIZGAR BIBIN

Niha PKK’ê û HBDH’ê 8 sal in li dijî dîktatoriya qirker a faşîst a dagirker a AKP-MHP’ê têkoşîna herî mezin didin. Ev rastiyek e. Kes nikare vê yekê înkar bike û piştguh bike. Em di vê pêvajoyê de jî vê têkoşînê didomînin. Divê em vê rastiyê careke din deynin holê. Di encama têkoşîneke wiha de çi dikeve rojevê? Hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê ye. Hêdî hêdî têk çû. Her ku pêvajo bi pêş ket, ev rewş hê kûrtir bû. Her kes vê dibîne. Ev dîktatoriya faşîst bi zilm, zordarî, mêtingerî, derew, xapandin û piştgiriya derve li ser piyan dimîne. Ev rastî li ber çavan e. An têkoşînek ku wan têk bibe tê meşandin. Vînek wiha di nava gelên Tirkiye, Kurdistan, şoreşgerên demokrat, welatparêz, jin, ciwan û kedkaran de heye. Divê kes nebêje têkoşîn tuneye, têkoşîn heye û ber bi têk birinê ve dibe. Lê hinek ji hundir û derve dibin asteng. Bi desteka wan li ser piya dimîne.

Niha ev aliyekî wê ye. Divê ev aliyên destek didin ji holê bên rakirin. Wekî din, ew ê jî zirarê bibînin. Wê dora wan jî bê. Jixwe tê. AKP-MHP’ê ji her kesî re her tiştî dibêje û her tiştî dike. Tiştekî ku li hemû cîhanê bi çeteyên xwe yên DAÎŞ'ê re nekiriye heye? Ger ev rewş bidome wê sibê zêdetir bikin. Di wê rewşê de divê Tirkiye û Kurdistan ji vê dîktatoriya faşîst rizgar bibin, mirovahî rizgar bibe. Kesê ku ji xwe re dibêje demokrat û welatparêz divê xwedî helwest be. Em pêvajoyê bi vî rengî dibînin û dinirxînin.

Niha di vê çarçoveyê de hin pêşketinên nû hene. Pêvajoya hilbijartinê hate diyarkirin. Bi rastî Tirkiye û Kurdistan ketine qonaxeke pir krîtîk. Ji aliyekî ve erdhej e, karesata lehiyê ye, bi wan re mijûl dibin. Civak di nava êşên kûr de ye. Li aliyê din jî siyaset her ku diçe aloztir dibe, rojev tejî dibe û û germ dibe. Ji ber ku di 14’ê Gulanê de hilbijartin heye. Yanî em wek PKK’ê û HBDH’ê bi hilbijartinê re eleqedar in. Em hilweşandina faşîzmê tenê di hilbijartinan de nabînin. Em di her cure têkoşînê de dibînin. Me her cure têkoşîn meşandine û em berdewam dikin. Lê me hilbijartin jî yek ji van qadên têkoşînê nirxand û me girt dest. Di vê çarçoveyê de nêzîkatiyeke me heye. Em ê di vê pêvajoyê de çi bikin? Yek; Em ê têkoşîna xwe, têkoşîna şoreşa demokratîk a li dijî faşîzmê bidomînin. Ev yek teqez e. Du; Em ê ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê têbikoşin. Em ê destekê bidin meyl, helwest û polîtîkayên ku dixwazin faşîzmê tine bikin û azadiya Kurdan, demoratîkbûna Tirkiyeyê pêş bixin. Li gorî vê yekê piştgiriya me di vî warî de ye. Em ê piştgiriyê bidin her cure helwest, gotin û pêkanînên siyasî yên ku têkoşîna şoreşa demokratîk a li dijî faşîzmê xurt dike. Em ê piştgiriyê bidin rêxistinbûnê. Helwesta me wiha ye.

Em eniya şoreşa demokratîk a antî faşîst dimeşînin. Em li ser vê bingehê ne, em piştgiriyê didin kesên li ser vê bingehê siyasetê dikin.

Ji xeynî vê, geşedan wê çawa bibe? Li ser vê mijarê em ê du tiştan bibêjin. Ev dijberî, maseya şeşan hebû. Lihevketinek navxweyî çêbû. Ez ê zêde behsa van nekim, lê bi rastî jî mudaxele hatin kirin. Çi hatiye kirin nayê zanîn. Ew rewşek tevlihev e. Mirov bi rastî bi guman in. Ewqas sal derbas bûn, bi hev re meşiyan, gelek caran civîn li dar xistin. Çima berê van mijaran nîqaş û nirxandin nekiribûn? Ma qet ne axivîbûn? Di van hevdîtinan de çi dikirin? Ew sohbet dikirin an dixwarin an vedixwarin? Çi dikirin? Qey mijar ev bûn. Lê wekî ku qet tiştek nehatiye nîqaşkirin rewşên wiha skandal û sosret derketin holê. Mirov ji vê rewşê bi şik e.

FAŞÎZM BI ŞOREŞÊ, BI DEMOKRASIYÊ TÊ HILWEŞANDIN

Me berê jî rexne kiribû ji xwe. Li şûna ku li dijî faşîzma AKP û MHP'ê ya heyî şer bikin û muxalefetê bikin, nêzîkatiyên alîgir tên dîtin. Em niha naxwazin vê yekê bibêjin. Em naxwazin wiha be jî ji xwe. Lê li aliyekî mejiyê me jî şik heye. Em vê rastiyê bi zelalî tînin ziman. Bi rastî em ji vê rewşê şik dikin. Ev mûxalefet çiqasî dixwaze rêveberiya AKP-MHP’ê hilweşîne? Çiqas dixwaze di rêveberiyê de be? Berovajî AKP-MHP’ê bi rastî jî li ser wê yekê difikire ku wê çi bîne Tirkiyeyê. Ew ê çawa pirsgirêkên xwe yên ku ewqas giran bûne çareser bike? Ma ew dixwaze vê rewşê çareser bike an wê îdare bike? Gelo bi avakirina eniya mûxalefetê wesîleya berdewamkirina vê pêvajoyê ye? Em nizanin. Em naxwazin bi vî rengî be, lê di vî alî de fikarên me hene. Em hêvî dikin ku helwestek zelaltir hebe. Em li benda helwestek têkoşertir in. Em li bendê ne ku nêzîkatiyeke demokratîktir hebe. Faşîzm bi faşîzmê têk naçe. Faşîzm bi şoreşê tê tunekirin, bi demokrasiyê tê tunekirin. Herî kêm ji bo têk birina faşîzmê divê hûn bibin şoreşgerên demokratîk. Hûn ê azadîxwaz bin. Wekî din nabe. Ya din xizmeta faşîzmê dike. Bi rastî ev dijberî qels e. Her tim qels bûye, ger vê qelsiyê bidomîne jî nikare bigihêje encamê. Ji bilî vê tifaqa ked û azadiyê heye. Ew hinekî zelaltir û têkoşertir in. Di têkoşîna li dijî faşîzmê de a li eniya siyaseta demokratîk de cihekî girîng girt û piştgirî kirin. Ew xeta sêyemîn dimeşînin. Ev bi rastî girîng e. Naxwazin bibin amûra blokên desthilatdariyê. Bi rastî behsa guhertin û veguhertinên radîkal ên demokratîk li Tirkiyeyê dikin. Ew alîgirê vê yekê ne û em girîngiyê didin vê pêşveçûnê. Niha di nava nîqaş û civînan de ne. Em bawer dikin ku ew ê yekîtiya xwe xurt bikin. Dikarin wê mezintir bikin, li ber wan vekirî ne. Min her tim anî ziman, dîsa dibêjim, bi rastî bila baş binirxînin. Ew dizanin ku me helwesta xwe eşkere kiriye. Lê ez dikarim vê bibêjim: Bê şik ev tifaq nikare di hilbijartina serokkomariyê de bi ser bikeve, Tifaqa Ked û Azadiyê bi serê xwe nikare serokkomarekî nû ji bo Tirkiyeyê hilbijêre. Ew teqez e. Lê bi nêrîna min, bi rastî heke baş bixebitiyana, bi derdorên çepgir re têkileke xurt ava bikirina, ew ji dêvila tifaqa CHP’ê bikişandina nav Tifaqa Ked û Azadiyê, bi awayekî xurtî biçûna ba gel û giseyan, propagandayeke hilbijartinê ya xurt a bi bandor û mirovan qanih dike bimeşînin wê karibin wekî partiya yekemîn têkevin meclîsê. Ji ber ku yên din belav bûne, cuda ne. Tifaqan çêdikin, lê her aliyek bi rastî parçe bûye û civak li hember wan bi tedbîr nêz dibe. Tu kes nikare bi awayekî vekirî polîtîkayên ku wê pirsgirêkên Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd çareser bike, Tirkiyeyê demokratîk bike û pêşî li van felaketan bigire bimeşîne. Vê rastiyê tenê tifaqa Ked û Azadiyê tîne ziman. Ger di vî warî de helwesta xwe biparêze û qanihtir bike, wê piştgiriyeke mezin bigire. Ger tifaqa xwe berfireh bike wê piştgiriyek mezin werbigire. Divê wisa bike û pêş bixe. Eger wisa tevbigere, wê di meclisê de pir bibandor bibe. Di encamê de em dibêjin bila azadî û demokrasî bi ser bikeve. Lê em diyar dikin ku ev pêvajo wê bibe pêvajoya kûrbûn û pêşvebirinê ya şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê a li dijî faşîzmê. Li ser vê bingehê em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.

BILA NEWROZ BIBE DESTPÊKA PÊVAJOYA HILWEŞANDINA FAŞÎZMÊ

Me her tim di Newrozê de ev tişt got. Her tişt bi eşkere li ser hev diyar dibe. Hatina Newrozê jî ji 8'ê Adarê ve diyar dibe.Îsal jî ev tişt qewimî. Di 8’ê Adarê de li hinek cihan ji ber erdhejê sînordar ma lê li gelek qadan têkoşîna azadiya jinê ya jin, jiyan û azadî daket qadan. Jinan careke din diyar kirin ku wê azadiya xwe bi dest bixin û pergala demokratîk bi dest bixin. Ez têkoşîna wan a li ser vî esasî silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.

Newroz wê di vî warî de bibe lûtkeyek. Tê gotin ku divê li Tirkiyeyê bibe destpêka pêvajoyeke nû, tinekirina faşîzmê, pêkanîna azadiya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Erê, ew tişt dikare pêk were. Ev Newroz ji bo vî tiştî guncan e. Ji ber vê jî tê gotin ku em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin. Rastî jî ev e. Kurdistan bi têkoşîna Apoyî ya 50 salî hatiye vê astê. Yanî her roj veguherand Newrozê, her der kir qada Newrozê. Gelê ku bû Newroz rastiya xwe derxist holê. Ew bi rastî pêşveçûnek mezin e. Em bala xwe bidinê, bi Rêber Apo, PKK, têkoşîna azadiya jinê, têkoşîna azadiyê Newroz çiqasî xweş û watedar bûye. Çi coş û heyecaneke mezin ava bû. Mirovahî çawa çêbû, têkiliyên nû çawa hatin afirandin. Ev eşkere û zelal e. Ev hemû wê di Newrozê de werin ser ziman. Em bi temamî ji vê bawer dikin. Ev pêncî saliya meşa Rêber Apo ye. PKK partiya Newrozê ye, helwesta Rêbertiyê helwesta Newrozê ye. Rêber Apo Rêbertiya Newrozê ye. Me ev yek bi zelalî dît. Bi vî awayî qehremanî çêbûn. Qehremaniya Newrozê ya Mazlum Dogan ê ku Kawayê Hemdem e bigire, heta Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Sema, Sînan, Navdar û Serhatan, vê qehremaniya Newrozê bi rastî jî helwesteke azadiyê, ruhekî mezin û wekî meşeke qehremaniyê ava bû. Jixwe Roja Qehremaniya Kurdan di warê dîrokî jî tê zanîn, ev roja qehremaniya neteweyî ya Kurdan e. PKK jî wisa qebûl kir. Ev wekî destpêka hefteya qehremaniyê pênase kir.

Niha em ê ji bo Newrozê çi bibêjin? Her tişt tê gotin. Newroz zayîn e, Newroz vejîn e, Newroz bihar e, Newroz salek e, rojek nû ye. Ji biharê re vedibe, şîn dibe. Rêber Apo her tişt got. Newroz berxwedan e. Newroz serkeftinek e, têkoşînek e, têkoşînek li ser serketinê ye. Ev ne helwesteke dûrî serfiraziyê ye. Divê em van rastiyan baş bibînin.

DIVÊ NEWROZ JI COŞA XWE TIŞTEKÎ WINDA NEKE

Niha helbet erdhej û lehî hene. Lê divê ev tişt têkoşînê lawaz û asteng nekin, pêwîst e Newroz bi coş were jiyîn. Roja yekîtî û têkoşînê li gorî wateya wê bijîn. Ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê pêwîst e têkoşîn were kirin. Divê teqez di vê Newrozê de ev bê ragihandin û dest pê bike. Rêyeke din nîne. Ji bo vê jî helbet divê beşdarbûn hebe, her kes beşdar bibe. Newroz divê li gorî wateya wê were jiyîn. Divê weke roja têkoşînê bê nirxandin. Ger em di heyameke wiha de nenirxînin, em ê kîngê wisa binirxînin? Ji ber ku dema herî girîng e. Divê em haydar bin, têkoşîna siyasî mezin bûye, pêvajoya hilbijartinê çêbûye, derfet û firsendên tinekirina faşîzma AKP-MHP’ê hatine bidestxistin. Em di pêvajoyeke têkoşîneke bi vî rengî ya dijwar de ne. Wê demê Newroz wê derbikeve. Divê di navbera 1’ê Gulanê û nîvê Gulanê de meşa ku faşîzma AKP û MHP’ê tune bike, were destpêkirin. Divê em vî tiştî bibînin û wisa pêk bînin. Divê em vê Newroza 2635’an li gorî wateya bilindbûn, berxwedan û serketineke wiha mezin bijîn. Berxwedana hilweşandina faşîzmê, berxwedana ji bo hilweşandina Dehaqên îroyîn e. Ev Dehaqê niha bi kêmanî bi qasî Dehaqên 2635 sal berê zalimtir in. Divê Dehaqên îro werin hilweşandin. Pêwîst e berxwedaneke ku wê hilweşîne, ango serketineke ku di vê sala 2023’an de hemû gelên Rojhilata Navîn ber bi azadiyê ve bibe, were afirandin. Divê Newroz bibe destpêk û ragihandina meş û serketineke wiha. Li ser vê bingehê Newroza hemû gelê me, kedkar, bindest, jin, ciwan, gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn, hemû bindestan û dostên me pîroz dikim. Ji hemû kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re serkeftinê dixwazim. Ez bang li hemû gelê me, hêzên azadî û demokrasiyê yên Tirkiyeyê dikim ku tevlî têkoşînê bibin a ku bi Newrozê re dest pê kir, di 1’ê Gulanê de bû lûtke û di 14’ê Gulanê de serfiraziyê bi dest bixin. Ez li ser vî esasî tevlîbûna vê Newrozê dixwazim. Divê her kes beşdar bibe. Divê beşdarbûn zêde be. Divê pîrozbahiyên Newroza Stenbolê yên li Amed, Cizîr, Botan, Serhat û deverên din ên têkoşîneke bi vî rengî diyar bikin. Bi taybetî di 21’ê Adarê de. Divê Amed li gorî dîroka xwe tevbigere. Divê civaka Amedê xwe bi berpirsyarî hîs bike. Divê ti tişt nikaribe pêşî li vê bigire. Divê civaka Botanê xwe berpirsyar hîs bike. Divê civaka Kurd li Amed û Cizîrê li ser esasê silavkirina pêncî saliya Meşa Rêberê Gelê Kurd bi milyonan, bi sed hezaran li dijî faşîzm, qirkirin, azadî û demokrasiyê helwesta xwe nîşan bide.

BERXWEDANA MAZLÛM Û EGÎD

Newroz roja qehremaniya neteweyî ya Kurdan a dîrokî ye. Hinek nîqaş dikin, dibêjin roja wê ne diyar e. Dibêjin wisa nebûye. Ew hemû jî efsane ne. Tiştekî wisa dîroka wê jî ne diyar e. Ne diyar e ka tiştên ku hatine nivîsandin çiqas rast in. Ji bo vê jî pêwîst e guhên xwe ji tiştên wisa ku wateya Newrozê vala dikin re bigirin û asteng bikin. Divê êdî nebêjin ku efsane ye filan û bêvan e. Apo got, ‘Dîrok di roja me de veşartî ye, em di destpêka dîrokê de ne.’ Çawa ku Newroz bi bindestan re hat nûkirin û Kawayê Hemdem derket holê, yanî divê em têkoşîna Kawayê Hesinkar a 2 hezar û 635 sal berê, wê efsaneyê wekî rastiyekê bibînin. Ev mînaka lehengiya gelê Kurd e. Pêwîst e rê li ber vê yekê neyê girtin. Di sala 1982’an de bi berxwedaniya Kawayê Hemdem, Mazlûm Dogan re vî tiştî xwe ava kir. Bêguman fermandarê mezin ê pêngava 15’ê Tebaxê û qehremaniya wê heye. Fermandarê qehreman ê gelê Kurd hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz). Salvegera şehadeta wî ye. 28ê Adara 1986’an. Ew jî di meha Adarê de di têkoşîna pîrozkirina Newrozê de şehîd bû. Ji ber vê jî hefteya qehremaniyê, hefteya ku van her du rojên qehremaniyê tên ba hev. Bi vî rengî hate pênasekirin. Ew pênaseyeke rast e. Qehremanî û lehengiya Kurdan li vir hate sembolîzekirin. Divê em bi vî awayî bibînin. Hefteya di navbera Newroz û 28’ê Adarê de hefteya me ya qehremaniyê ye, yanî qehremanên me yên şehîd hene. Em dikarin jê re bibêjin hefteya şehîdan jî. Ev hefteya qehremaniyê ye, ev hefteya serketinê ye. PKK’ê têkoşîna serdemeke qehremantiyê da meşandin. Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz têkoşîneke wiha bi rê ve birin. Ew fermandarên vê têkoşînê bûn. Bi vî awayî divê em fêm bikin. Hemû şehîdên din jî dan ser vê rêyê.

Şehîdên Newrozê dan ser vê rêyê. Şehîdên din jî dan ser vê rêyê. Rêbertiyê got, ‘Berxwedaneke bindestan derketiye holê. Bi berxwedana Zekiye û Rahşanan, berxwedana Bêrîvan û Ronahî, berxwedana Semayan, berxwedana Mazlûm pêk hat. Ev yek heta roja me ya îro maye. Salvegera sêyemîn a şehadeta hevrê Sînan, Navdar û Serhat e. Ew jî bûne şehîdên me yên mezin ên Newrozê.

Di serî de ez di şexsê hevrê Mazlûm û Egîd de hemû şehîdên me yên Newrozê, di şexsê şehîdên Newrozê de hemû şehîdên me yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Îro em şehîdan didin. Herî dawî jî şehadeta fermandarê mezin ê Dêrsimê Yaşar Botan hat ragihandin. Şehadeta qehremanê Girê Amêdiyê Delîl Zagros hate ragihandin, şehadeta jina Kurd û gelê wê hevrê Raperîn Amed, pêşenga civaka demokratîk, konfederalîzma demokratîk û rêxistinbûyîn hate ragihandin. Yanî berxwedana Newrozê ya ku bi Mazlûm û Egîdan re pêş ket, çawa ku şehîdên Newrozê geş kir, îro jî ruhê berxwedanê yê li seranserê Kurdistanê, li çar aliyên cîhanê ku vê qehremaniya gelê Kurd fêm dike û dişopîne derdixe holê. Berxwedana gelê Kurd û dostên wan, çawa ku di berxwedanên Botan, Amed û Dêrsimê de berdewam dike, îro di pêngavên berxwedanê yên Zap, Avaşîn û Metîna de jî didome. Ev pir zelal e. Pêngava qehremaniyê didome. Divê li ser şopa qehremanan bidome. Lewma divê em vê rastiya qehremaniyê rast fêm bikin. Bi rastî hewce ye ku em qehremanên xwe yên neteweyî rast fêm bikin.

MAZLÛM Û MAHSÛNAN EV ROJ DÎTIN

Ez dikarim vê îfade bikim. Ez Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz jî baş nas dikim. Ger îro nedîtana, dê wê rojê wiha nejiyabana. Bila kes nefikire ku me îro dît wan ne dîtiye. Na, wan di serî de ev roj dîtin. Ew hişmendiya wan hebû, îradeya wan hebû, di wê astê de baweriya wan bi armanca azadiyê, bi serkeftina wê hebû. Ji ber vê yekê ew girêdayî bûn. Wekî din nedibû ji xwe.

Ji ber vê yekê hişmendî, vîn û berxwedaniya Apoyî ev destkeftiyên mezin derxist holê. Heqîqeta Rêbertiyê bi Mazlûman û Mahsûman hat ziman û bû berxwedan. Di şexsê Zekiye, Bêrîvan, Ronahî û Semayan de hat jiyîn û ruhê Apoyî yê azadiyê, ruhê berxwedanê veguherî pratîkê.

Divê em vê yekê bibînin û wiha fêm bikin. Divê em roja lehengiya netewî li gorî pêdiviyên xeta lehengiya qehremanên xwe bijîn. Li her derê divê em di nava hefteyê de berxwedanên herî mezin pêş bixin. Berî her tiştî divê em wan baş fêm bikin.

Divê em berxwedana ku ji wê rojê heta roja îro hatiye baş fêm bikin. Berxwedanek heye û berdewam dike. Ji ber vê yekê divê em lehengên ku vê berxwedanê dane destpêkirin jî baş fêm bikin. Em rastiya Raperîn Amed rast fêm bikin. Têkoşînek çawan dane. Em rastiya Yaşar Botan fêm bikin. Ji Mexmûrê derket û li Dêrsimê çi derxist holê? Em rastiya Delîl Zagros rast fêm bikin. Em van lehengên mezin, berxwedêr û şehîdên ku li Zap, Avaşîn û Metîna di şerê tîm û tunelan de di asta lehengiyê de xeta fedaî meşandin rast fêm bikin. Di roja qehremaniya netewî de divê em wan bijîn. Ez careke din di şexsê hevrê Mazlûm û Egît de hemû qehreman û şehîdên me yên netewî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim û bang li hemû gelê me dikim ku rastiya şehîdan rasttir fêm bikin û bi hêztir xwe bi rêxistin bikin û li ser şopa wan bibin yek û têbikoşin.