Bloka Aştiyê ya bi dirûşma, "Pevçûn na muzakere, şer na aştî" civiya bang li dewletê kir ku bersiva biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê bide û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi dawî bike.
Bloka Aştiyê li Stenbolê li Salona Civînê ya Cezayîrê bi sernavê "Pevçûn na muzakere, şer na aştî" civiya. Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Uzun jî tevlî civînê bûn. Di civînê de der barê pêvajoya şer û hilbijartinan nirxandin hatin kirin.
Berdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy bal kişand ser operasyonên leşkerî yên berdewam dikin û got ku tevî biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê, her roj ji Balafirgeha Amedê balafirên şer bi hewa dikevin. Gursoy got ku li Kurdistanê polîs li kolanan zarok û jinan qetil dike, tevî ku nasnameyên wan têne zanîn rê li ber êrîşên bombeyî nagire. Gursoy diyar kir ku ji ber vê rewşê baweriya civakê ya bi hilbijartinê nemaye.
'BILA TECRÎDA LI SER OCALAN RABE'
Gursoy destnîşan kir ku li gel biryara bêçalaktiyê ya KCK'ê divê dewlet jî operasyonan rawestîne, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike û rê li ber siyaseta demokratîk veke. Gursoy, bal kişand ser girîngiya hilbijartina 1'ê Mijdarê jî û bang li raya giştî kir ku ji bo ewlehiya sindoqan bixebitin.
Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel jî bal kişand ser polîtîkayên şer ên AKP'ê û got ku divê HDK têkoşîna xwe xurttir bike. Seroka Giştî ya EMEP'ê jî diyar kir ku biryara KCK'ê ya bêçalaktiyê bi qîmet e û bal kişand ser têkoşîna hevpar. Seroka Giştî ya EHP'ê Sîbel Uzun jî destnîşan kir ku li hemberî polîtîkayên şer tişta herî bi rûmet têkoşîna aştiyê ye.