'Bila dest ji xemsartiyê bê berdan, werin sindoqan'

Koordînasyona Hilbijartinan a Herêma Dortmûnd a HDP’ê bang li gel kir ku bila biçin sindoqan.

Koordînasyona Hilbijartinan a Herêma Dortmûnd a HDP’ê bang li gel kir ku biçin sindoqan.

Ji bo dengdayina Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê yên derveyî welat bi dawî bibin, 4 roj man.

Koordînasyona Hilbijartinan a Herêma Dortmûnd a Elmanya, bang li gel û pêkhateyên HDP’ê kir ku bila bi ruhekî seferbertî biçin sindoqan.

Koordînasyonê diyar kir ku bila tevlîbûn zêde bibin û gel nekeve nav xemsartiyekê, bê ku ji roja dawî re berdin, biçin dengê xwe bikar bînin.

'DEMA RÊZÊN DIRÊJ DÎTIN BILA VENEGERIN'

Koordînasyonê got: “Ji bo xeyalên Qesrê bi erdê re bibin yek, pêwîst e şoreşger, welatparêz, Elewî û tevahî pêkhateyên HDP’ê dengê xwe bikar bînin.” Koordînasyonê ev agahî da: “Kesên ji bo dengdayinê hatin dema rêzên dirêj dîtin bila venegerin. Li derve çend kes bimîne bila bimîne, dikeve hundir û dengê xwe bikar tîne.”

DU ROJÊN DAWÎ SAET DIGUHERIN

Koordînasyonê ragihand ku du rojên dawî yên hilbijartinan de saet diguherin û wiha got: “Di 24-25’ê Mijdarê de dengdayîn saet 09.00’an destpê dike û heta êvarî saet 21.00’an dom dike.”