Bikaranîna zêde ya antîbiyotîk bû sedema xurtbûna bakteriyan

Hat ragihandin ku ji ber bikaranîna zêde yan jî belasebep a antîbiyotîkê li welatên bi pêş dikeve, bûye sedem ku gelek cureyên bakteriyan xurt bibin û karibin li hemberî tedawiyê li ber xwe bidin.

Hat ragihandin ku ji ber bikaranîna zêde yan jî belasebep a antîbiyotîkê li welatên bi pêş dikeve, bûye sedem ku gelek cureyên bakteriyan xurt bibin û karibin li hemberî tedawiyê li ber xwe bidin. Pispor destnîşan dikin ku divê pêşî li bikaranîna antîbiyotîkan bê girtin.

Li gorî lêkolîna saziya bi nave CDDEP a navenda wê li Washîngtonê ye, li cîhanê hem li qada tibî hem jî di karê xwedîkirina heywanan de bikaranîna antîbiyotîkê zêde bûye. Li gorî vê yekê, di navbera salên 2000 û 2010'an de bikaranîna antîbiyotîkê bi rêjeya ji sedî 30 zêde bûye.

CDDEP di rapora xwe de ragihand ku li welatên dewlemend bikaranîna antîbiyotîkê bilind e û ev rêje li welatên bi pêş dikeve jî gelekî zêde bûye. Li welatên xizan ên Afrîka, Vîetnam, Hîndîstan û Başûrê Afrîkayê, bikaranîna antîbiyotîkê zêde bûye.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li welatên xizan antîbiyotîk bi hêsanî tê firotin, lê belê kontrola tenduristiyê gelekî qels e.

BI DEHAN CELEBÊN BAKTERIYAN XURT BÛN Û LI HEMBERÎ TEDAWIYÊ LI BER XWE DIDIN

Di raporê de hat ragihandin ku bi zêdebûna bikaranîna antîbiyotîkê re li gelek welatan, cureyên bakteriyan xurt bûne û li hemberî vê dermanê li ber xwe didin. Li gorî rapora ku li 39 welatan 12 cureyên bakteriyan lêkolîn kir, rêjeya berxwedêriyê ya bakteriya bi cureyê Escherîchîa-colî, li gelek welatanz êde bû. Her wiha cureyê methîcîllîn ê bakteriya bi navê staphylococcus aureus, berxwedêriya wê ya li hemberî antîbiyotîkê zêde bûye. Ev zêdebûn bi taybetî li Afrîka Sahara Jêrîn, Hîndîstan û Awûstralyayê hat tespîtkirin.

Her wiha li welatên Latîn Amerîkayê jî ji sedî 90 ê bakteriyan li hemberî tedawiyê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê jî tedawiya tê kirin têra başkirina bakteriyan nake.

Bi tenê li Elmanyayê, ji ber bakteriyên MRSA û ESBL ên li nexweşxane û klînîka bi mirovan dikevin, tê texmînkirin ku salane 7 hezar 500 heta 15 hezar mirov jiyana xwe ji dest didin.

Di rapora CDDEP de tê destnîşankirin, ku ji bo pêşî li xurtkirina berxwedêriya cureyên bakteriyan bê girtin, pêwîste bikaranîna antîbiyotîkê ji ber xwe ve, bên astengkirin.