Bi sedan kesan gotin, ‘ji şer re na’
KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê ji bo ji şerê li Sûriyeyê re bêjin na, ji Tunelê heta Lîseya Galatasaray meşek li dar xistin.
KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê ji bo ji şerê li Sûriyeyê re bêjin na, ji Tunelê heta Lîseya Galatasaray meşek li dar xistin.
KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê ji bo ji şerê li Sûriyeyê re bêjin na, ji Tunelê heta Lîseya Galatasaray meşek li dar xistin.
Di pêşengiya Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Stenbolê, Platforma Şaxên Stenbolê yên KESK’ê, Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB û Odeya Tabîban a Stenbolê de li hemberî îxtîmala mudaleya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hember Sûriyeyê ji Tunelê heta Lîseya Galatasaray meşek hat lidarxistin. Di meşê de parlamenterên Stenbolê yên HDP’e Beyza Ustun û Levent Tuzel, Hevseroka Rêxistina Stenbolê ya HDP’ê Ayşe Erdem, rêxistinên weke Tevgera Şoreşger a Daîmî (SDH), Halkevlerî û Kaldiraç piştgirî dan meşê. Di meşê de dovîzên, "Em ê aştiyê biparêzin”, “Ji şer re na”, “Bila Bilal biçe şer” pankarta, “Em ê biratiya gelan û aştiyê biparêzin, ji şer re na” hatin vekirin û dirûşmên, "Qatil DAIŞ hevkar AKP", "Qatil DAIŞ ji Rojhilata Navîn vekişe” û “Bijî biratiya gelan” hatin gotin.
'EM LI SÛRIYEYÊ ŞER NAXWAZIN'
Di meşa li ber Lîseya Galatasaray bi dawî bû Nûnerê DÎSK’ê yê Stenbolê Onder Atay diyar kir ku li Sûriyeyê şer naxwazin, eger plansaziyeke wan a leşkerî û şer hebe pêwîst e tavilê rawestînin.
Parlamentera Stenbolê ya HDP’ê Beyza Ustun jî bang li Serokkomar Erdogan kir ê li Rojhilata Navîn şer dixwaze, piştgiriyê dide DAIŞ’ê îradeya gelan binpê dike û dibêje, “Em li Sûriyeyê dewletekê naxwazin” û got: "Wek HDP em ê li hember vê bisekinin û ji bo berdewamkirina aştiyê em ê bi hemû hêza têbikoşin.”
'DEST JI ŞER BERDIN'
Li ser navê rêxistinên kedê jî Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîbên Tirk a Stenbolê Samet Menguç daxuyanî da. Menguç da xuyakirin ku di tevahiya dîrokê de di şeran de kes bi ser neketiye û kesî di aştiyê de winda nekiriye. Menguç bang li kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin kir û got: "Werin dest ji amûra herî hov, herî bi êş yanî dest ji şer berdin. Kes di şer de bi ser neketiye û bi ser nakeve jî.”