Bi alên KJA şervanên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin

Li gundên Elîzer û Miseynterê bi pêşengiya jinan gelek welatî hatin cem hev û bi hilgirtina alên KJA'yê di roja berxwedanê ya 174'an de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Li gundên Elîzer û Miseynterê bi pêşengiya jinan gelek welatî hatin cem hev û bi hilgirtina alên KJA'yê di roja berxwedanê ya 174'an de şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin.

Pêngava Azadkirina Kobanê ya ji hêla şervanên YPG/YPJ'ê hatiye destpêkirin di roja 174'an de bi hemû hêza xwe didome. Berxwedana nobetê ku li gundên Pirsûsê hatine destpêkirin berxwedêrên Kobanê bi dilsozî silav kirin. Bi munasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi pêşengiya jina li gundên Elîzer û Miseynterê hatin cem hev berê xwe dan Kobanê û destên hev girtin. Welatiyan alên YJA'yê hilgirtin û bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê","Bijî berxwedana Şengalê","Jin jiyan azadî" û"Bê Serok jiyan nabe" şervanên YPG/YPJ'ê silav kirin. Welatiyan bejna xwe li ber vê berxwedana dîrokî tewandin û bi vî awayî silav ji berxwedêran re şandin.

Piştî çalakiya silavdayînê paqijiya hawirdorê hat kirin.