Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê li Stockholm û Luzern hatin bîranîn
Di salvegera 14’ê Tîrmehê berxwedana rojiya mirinê de berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Lûzern ê Swîsreyê hatin bîranîn.

STOCKHOLM
Bîranîna ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholm li Komeleya Çandê ya Kurd hat lidarxistin bi rêzgirtinê destpê kir.
Piştî sînevîzyonê têkildarî wate û girîngiya 14’ê Tîrmehê axaftin hatin kirin.
Bîranîn bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.
LUZERN
Li bajarê Luzern ê Swîsre jî bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin. Di şexsê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.
Di bîranînê li ser navê Navenda Civaka Kurd û Komîteya Şehîdan axaftin hatin kirin. Salvegera şoreşa Rojava hat silavkirin. Bîranîn bi sînevîzyon û muzîkê bi dawî bû.