Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Ermenistanê hatin bîranîn

Li paytexta Ermenistanê Erîvanê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn.

Li paytexta Ermenistanê Erîvanê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi civînekê hatin bîranîn.

Li paytexta Ermenîstanê Erîvan, di Ofîsa Kurdistan Komîte de berxwedêrên 14’ê Tirmehê hatin bîranîn. Di civîna ji aliyê Kurdistan Komîte ve hat organîzekirin, malbatên şehîdan û welatparêzên Kurdistanî amade bûn.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê ku destpê kir, endamê Kurdistan Komîte Dawûd Karasû di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û got: “Em li ser vî esasî, soz didin şehîdên 14’ê Tirmehê û tevayî şehîdê PKK’ê ku ev mîrasa pîroz ji me re hiştine."

Civîn, piştî axaftina Karasû bi dirûşman bi dawî bû.