Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Riha, Mêrdîn, Wan û Îzmîrê hatin bîranîn.
Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li Riha, Mêrdîn, Wan û Îzmîrê hatin bîranîn.
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TAYD-DER) Şaxa Îzmîrê û DEM-GENÇ, bi armanca bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi mijara "14’ê Tîrmehê Berxwedana Rojiya Mirinê” panelek li dar xistin.
Davût Utkun ê di panelê de axivî got: "Mazlûm îro li Kobanê, Xeyrî li Şengalê û Qendîlê ye. Ruhê gelekên ji wan li Kurdistanê dijî. Em kesayeta wan bînin bîra xwe û xwe li têkoşînê bipêçin.
Parêzer Mehmet Bayraktar jî got ku berxwedana 14’ê Tîrmehê îro di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Îmrali didome.
RIHA
Endamên Hewldana 78’an a Riha, li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan hatin gel hev û berxwedêrên 14’êTîrmehê bibîr anîn. Li ser navê hewldanê daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Rêveber Abdurrahman Pîşkîn ve hat gotin. Pîşkîn got: “Berxwedana 14’ê Tîrmehê li cihekî ku nirxên mirovatiyê dihatin tinekirin navê ji nû ve avakirinê ye."
MÊRDÎN
Di pêşengiya Komeleya Hewldan û Lêgerînê ya 78'an Şaxa Qoserê de, berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi civîneke çapemeniyê ya li avahiya komeleyê hatin bîranîn. Endamê komeleyê Eyup Erol ê di civînê de axivî got, ev têkoşîna bi vê berxwedanê destpê kir, li her çar parçeyên Kurdistanê belav bû.
WAN
Li navçeya Erdîş a Wanê ji aliyê DBP û HDP’ê ve bi armanca bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li avahiya DBP’ê daxuyaniyek hat dayîn. Nûnerê TUHAD-DER a Erdîşê Fevzî Can bal kişand ser dîroka berxwedana 14’ê Tîrmeha 1982’yan.