Berxwedana Stalingrad di 70’emîn salvegera xwe de dîsa tê kişandin
Berxwedana Stalingrad di 70’emîn salvegera xwe de dîsa tê kişandin
Berxwedana Stalingrad di 70’emîn salvegera xwe de dîsa tê kişandin
Di 70’emîn salvegera Berxwedana Starlîngrad ya ku pêşveçûna Şerê Duyemîn yê Cîhanê guhert de dîsa tê kişandin. Sînemevanê Rûs Fiodor Bondartchuk ku filmê Stalîngrad derhêneriya we dike, mijara jiyana keçikek ciwan a 17 salî ya têkiliya wê ya bi leşkerekî ku têkiliya wî ji yekineyên artêşa Nazî qut bûye, vedibêje.
Rûs 70’emîn salvegera Berxwedan û Serkeftina Stalîngrad pîroz dikin. Di salvegera serkeftinê de filmekê din yê bi îdia tê kişandin. Bi salane amadekariya senaryoya Stalîngrad didome. 30 mîlyon dolar butçe jê re hatiye veqetandin û di film de 3D û IMAX tê bikaranîn.
Film li şûna sahneyên berfireh li yek teng hatiye kişandin. Di fîllm de leşkerek ji koma artêşa Sovyet ku artêşên Alman dagirkiriye vedibêje.
Di film de sahneyên gelek hestiyar cih digirin. di film de di demeke ku şer didome de ev leşker malek ku keçikek 17 salî lê dimîne dike mijar. Leşkerên ku lehengên sereke yên filmên hedefa wan ya herî mezin eve ku ligel hemû hovitiya pêk tê keçikê bi saxî rizgar bikin.
PROJEYA HERÎ GRÎNG YA FILM E
Butçeya filmê Stalîngrad gelek bilind e. 30 milyon dolar jê re hatye veqetandin. Fîodar Bandartchuk berê di gelek filman de rol girtibû. Di filmê derhêner û senarîstê Rûs Yurî Ozerov de di sala 1989’an de lîstibû.
BERXWEDANA STALÎGRAD
Di şerê duyemîn yê Cîhanê de dest pê kiriye û ji 1939’an şûnde di nava salekê de welatên Fransa, Belçîka û Hollandayê yên rojavayê Ewropayê ji aliyê Almanyaya Nazî ve hatin dagirkirin. Almanya Nazî divê demê de Yekitiya Sovyetan re Pakta Saldirmalik îmze kiribû. Aldor Hîtler ku dîroknas jî hêj sedema wê nizanin biryarekê digirin û di 1941’ê de li dijî Yekitiya Sovyetan tevgera Barbaros dabû destpêkirin.
Artêş Alman Lenîngrd doropêç kir û di 1941’ê de ji aliyê Artêşa Sor Moskovê hat rawestandin û rastî zirarek mezin hat. Hîtler ji ber vê yekê talîmata êrîşê ya li ser Stalîngrad da.
Artêşa Alman berxwedana Stalîngrad şkand û demekê bajar desteser kir. lê Sovyetan hema bersiv da dagirkirinê. Di 19’ê mijdarê de şer dest pê kir. Du meh û nîvan berdewam kir. Yekineyên Sovyet di 2’ê sibata 1943’an de bajar dîsa kir bin konrrola xwe û artêş Alman teslÎm girtin. Têkoşîn wna heta meha Adarê berdewam kir.
Di dawiya berxwedana Stalîngrad de 700 hezar kesî jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran leşker dîl hatin girtin, Almanya bi 5-6 hezar leşkerî vegeriya.