Bermayiyên Qraliyeta Nabada ya 4415 salî li ber tinebûnê ye!

Di van rojên ku li Rojava dîrok ji nû ve tê nivîsandin de, ji nava bermayiyên Qraliyeta Nabada dîtina paşeroj û pêşerojê di heman kêliyê de, xwedî wateyeke cuda ye.

Di van rojên ku li Rojava dîrok ji nû ve tê nivîsandin de, ji nava bermayiyên Qraliyeta Nabada dîtina paşeroj û pêşerojê di heman kêliyê de, xwedî wateyeke cuda ye.

Li bajarê Hesekê, ku di roja 59. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de pevçûnên herî dijwar lê diqewime, piştî gera li kolanên ji şopa şer, em berê xwe didin Til Bênder a 4415 salî, ku demekê Qraliyeta Nabada li vê derê bû.

Li gundê Til Bênderê ku bermayiyên dîrokî yên Qraliyeta Nabada lê ne, qadên mîrateya dîrokî yên dişibin malên Herranê yên li Rihayê, balê dikişînin. Mirovên tên vê herêmê, bêyî dîtina bermayiyên Qraliyeta Nabada û perestgehan, naçin.

'DÎROK DI ROJA ME DE, EM DI DESTPÊKA DÎROKÊ DE...'

Girê perestgeha Qraliyeta Nabada lê ye û ya me li vê derdorê dîtin, gotina "Dîrok di roja me de em di destpêka dîrokê de veşartî ne" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştrast dike.

Li aliyekî li vê xakê ji nû ve dîrok tê nivîsandin, lê li aliyê din ev rewşa civakî û dîrokî bi zanebûn an jî nezanî tên talankirin û hilweşandin. Mîna bermayiyên ji perestgehên Nabada hatin derxistin û li çolê hatin parçekirin û terikandin.

Mîna hilatina rojê li ser Çiyayê Nemrûdê, çûyîna ava ya rojê li girê Qraliyeta Nabada ya li gundê Til Bênderê, hest û bedewiyeke cuda diafirîne.

'NE DERENG E'

Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo dikeve meha 2'an. Me ne rojên vî şerê li Hesekê li nava bajêr şopand û dûre ji bo şopandina rewşa gel, em ketin ser rê. Piştî ku çete ji xeta Xabûrê hatin derxistin, di rêya Til Temir-Hesekê de em bi hêsanî diçin.

Dema pêngava YPG'ê dewam dikir, çeteyan li se vê xetê, xeteke parastinê ya ji her şêwe teknîk û çekan ava kiribûn. Lê belê hêzên YPG/YPJ'ê bi awayekî serketî çete ji vê herêmê derxistibûn û herêm azad kiribûn. Bi azadbûna herêmê re mirov careke din li xaka xwe vegeriyan.

Dema em hatin sêgoşeya rêya Qamişlo, Hesekê û Helebê, kêm mabû roj biçûya ava. Perestgeh û Qraliyeta Nabada a li ser gundê Til Bênderê, weke qadeke mîrateya dîrokî, mirovên li herêmê derbas dibûn, silav dikir.

Min got, "Eger ne derengbûya em dixwest vî cihê dîrokî bibînim", li ser vê ekê hêzên YPG'ê yên em bi hev re bûn gotin, "Ji bo ti tiştî ne dereng e" û berê wesayîtê da girê li pêşberî me. Ji rêya beriya niha ji bo xebatên arkeolojîk hat çêkirin em xwe digihînin ser girê keleha dîrokî.

Dema em digihêjin ser gir, em xwe di nava nirxên çandî yên ku paşeroj û roja îro digihînin hev de, dibînin. Em dikevin hundirê perestgehên Qraliyeta Nabada ku piştî xebatên arkeolojiyê hatin restorekirin, mîna rêwîtiyek li dîrokê, gav bi gav li nav digerin. Li her goşeyê dîtina şopên jiyana mirovan a beriya 5 hezar salî, mirovan dixe nava coşeke mezin. Dîrok Beriya Zanînê 2400 sal.. cih Qraliyeta Nabada.

Dîroka Til Bênder ku tê wateya Girê Bênder, nêzî xaçerêya bajarên Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Til Temirê ye.

Derfetên me nîne ku der heqê kolandinên arkolojîk ên li vê derê de agahiyan peyda bikin. 

...