Başûrî: Sedema koçberiyê, rêveberiya Başûr a çareseriyê peyda nake ye

Li Başûrê Kurdistanê li gorî hejmarên ne fermî, di nava vê salê de 12 hezar ciwan bi rêyên qaçax koçî derveyî welat kirin. Kurdistanî destnîşan kirin, ku sedema koçberiyê rêveberiya herêmî ya ku çareseriyê peyda nake ye.

Rewşa ne diyar a aborî û siyasî ya li herêmê di dema dawî de bû sedem ku malbat jî koç bikin.

Gelê Başûrê Kurdistanê ji bo sedemên bingehîn ên koçberiyê balê dikişîne ser van xalan: partiyên siyasî yên herêmê bi rê ve dibin ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî di nava xwe de çareseriyekê peyda nakin, li herêmê edalet nîne, bêkarî heye û heqdest nayên dayîn, hebûna pirsgirêkên aborî.

PIRSGIRÊKÊN SIYASÎ Û ABORÎ RÊ LI BER KOÇBERIYÊ VEKIR

Silêmaniyeyiyê bi navê Snom Ezî Abdullah got, "Bi revê çûyîna gel a ji bo welatên biyanî, rewşeke bê qebûlkirin nîne." Ezîz Abdullah diyar kir ku mirovên bi rêyên qaçax diçin di rê de perîşan dibin, lê belê rewşa ne diyar a siyasî û aborî ya li herêmê, sedema bingehîn a vê koçberiyê ye. Abdullah got, "Lê ji aliyekî ve jî mirov neçar in bipirsin. Eger mirov neçin wê çi bikin? Şer heye, civakeke bêrêxistinî heye, partiyên herêmê bi rê ve dibin jî nikarin li hev bikin. Bêkariyeke mezin heye. Mirov nikarin heqdestên xwe werbigirin. Yanî mirov hinekî ji bêçaretiyê diçin.

Hêvîdarim wê rewş sererast bibe û mirovên me neçar nemînin koç bikin. Ji ber ku terikandina welatê xwe jî van pirsgirêkan çareser nake. Ya ku wê çareser bike; tevî her tiştî jî mayîna gel li welatê xwe û çareseriya pirsgirêkên di navbera erka siyasî de ye. Gelo ev mirovên diçin, ji ber ku gelekî dixwaze diçin? Pirsgirêkên di rê de dijîn, bi daxwaza wan e? Na. Her kes ji rewşa diqewime gelekî aciz e. Hêvîdarim wê pirsgirêk tavilê çareser bibe û ti kes neçar nemîne welatê xwe biterikîne."

DI NAVBERA ÇÎNAN DE CUDAHIYEKE MEZIN AFIRÎ

Welatiyê bi navê Renc Celal jî da xuyakirin ku peydanekirina pêwîstiyên bingehîn ên gel, newekheviya navbera çînên civakê û nebûna edaletê bûn sedem ku mirov bi rêyên qaçax koçî derveyî welat bikin û got, "Li welêt, di navbera çînan de cudahiyeke gelekî mezin afirî. Hinek mirov xwedî her şêwe derfetan e, lê beşek ji civakê jî hewcedar e." Celal axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Gelek sedem hene. Lê vê bêjim; vê civakê di şert û mercên herî zehmet de jî welatê xwe neterikand û koç nekir. Îro pêşmerge li hemberî çeteyên DAIŞ'ê şer dike. Tevî vê yekê jî eger ciwanên me diçe derveyî welat, divê mirov li ser vê bifikirin. Xuyaye sedemên cidî hene, ku mirov koç dikin. Eger bersiv ji pêwîstiyên mirovên ciwan re bê dayîn, bêguman wê neçin. Divê ya soza wan hatiye dayîn, tavilê bi cih bê anîn. Gelek caran gelek sozên baş tên dayîn, lê belê piraniya van nakevin pratîkê. Eger xizmetên ku soza wan hatine dayîn bên kirin, wê ciwanên me nerevin derveyî welat."

Welatiyê ji Başûrê Kurdistanê yê bi navê Jiwan Osman Alî diyar kir ku eger ew ne zewicîbûya ew ê jî biça û destnîşan kir ku ciwan ji ber mexdûr dibin, neçar dimînin biçin. Alî anî ziman ku ji ber nebûna mercên jiyanê mirov diçin, lê belê reva derveyî welat jî çareserî nîne. Alî sedema koçkirina ciwanan bi vî rengî vegot: "Em nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ciwanên me di dema dawî de bi malbatên xwe re didin dû hêviyekê û derdikevin derveyî welat. Mirov di wê baweriyê de ne ku nikarin bandorê li sererastkirina vê sîstemê bikin lewma diçin. Ji ber ew şert û merc nehatiye hiştin. Bala xwe bidinê; li pêş hin malan 2 jeep hene, lê hin mirov jî nikarin debara xwe ya rojane bikin. Mirov ji ber vê diçin. Ji vê rewşê, serokê herêmê yê niha dema wî ya wezîfeyê qediya ye û yên vî welatî bi rêve dibin, berpirsyar in. Eger pirsgirêkên aboriyê yên li welêt bihata çareserkirin, wê pirsgirêkên din li dû hev çareser bûna."

SEDEMEKE DIN A KOÇBERIYÊ SÎSTEMA BÊEDALET E

Jina bi navê Dilgeş Kerkûkî da zanîn ku ji ber ewlekariya jiyana wan nemaye di destPêkê de ciwan diçûn derveyî welat, lê niha malbat jî koç dikin û bang li rêveberiya herêmê kir, ku çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibîne.

Kerkûkî got, "Hebûna sîstema antî demokratîk yek ji sedemên bingehîn ên koçberiya ciwan û malbatên wan e. Di nava vê sîstemê de edalet nemaye. Qanûn li gorî berjewendiyên partiyan tên sererastkirin. Gel li ber çavan nayê girtin. Ji ber ku gel dibîne edalet tineye, dibîne ku rêveber roj bi roj dewlemendtir dibin û gel jî xizan dibe, hêviya xwe winda dike. Hêvîdarim ev rewş wê tavilê çareser bibe. Ciwanên me ji bo dewlemendbûna hin kesên din naçin kedê nadin. Û ciwanên diçin, tinebûna pêşeroja me ne. Hêvîdarim wê rayedar demek ji ya din zûtir vê rewşê bibînin û pirsgirêkan çareser bikin."

BI HATINE YÊN NÛ RE DEMOGRAFIYA HERÊMÊ GUHERÎ

Rizgar Xidir Mûstafa da xuyakirin ku ji koçberiyê rêveberiya herêmê berpirsyar e û got, "Eger partî pirsgirêkên di nava xwe de çareser bikin û razemeniya aboriyê li herêmê were kirin, wê koçberî bisekine." Mûstafa axaftina xwe wiha dewam kir: "Herêm gelekî dewlemend e, çavkaniyên dewlemend ên binê erdê hene. Bi razemeniyên rast ên aboriyê re pirsgirêka bêkariyê dikare bi temamî çareser bibe. Rewşa ne diyar a siyasî û aboriyê êdî mirovan bêhêvî dike. Mirovên me koçî derveyî welat dikin. Li şûna wan Ereb tên herêma me û demografiya herêmê guherandin. Eger bi vî rengî dewam bike, wê zehmet be ku rewşa berê bi dest were xistin. Ji ber vê yekê divê pirsgirêk tavilê bên çareserkirin."

...