Baştirîn Filmê Oscarê ya Argo ye

Baştirîn Filmê Oscarê ya Argo ye

Li Hollywoodê ji filmên ku ji bo xeleta Oscarê ketibûn pêşbaziyê filmê derhênerê Amerîkayî Ben Affleck yê bi navê Argo xetala Oscar a 2013 wergirt.

Xetalên Oscarê bi merasimeke surprîz gihişt xwediyên xwe. Hevsera Serokê DYA’yê Barack Obama Michelle Obama nameya kesên ku bûne yekemîn li Koçika Spî vekir.

Derhênerê filmê Argo Ben Affleck got: “Ez beriya çend salan li vir bûm, min nedizanî kes çi dikim. Ez zarok bûm. Min nedizanî ku ez ê rojekê vegerim.” Affleck sala 1998’ê bi filma Will Hunting xeleta senaryoya herî baş a Oscarê wergirtibû.

Mijara film Argo, dîplomatên Amerîkayî yên ku sala 1979’ê di dema Şoreşa Îslamî ya Îranê de li balyozxaneya DYA’yê rehîn hatibûn girtin vediêje.

Xelata Baştirîn Filmên bi Zimanên Biyanî jî filmê bi navê “Amour” (Evîn) ya Michael Haneke wergirt. Ev filma ji aliyê Frensî-Awusturyayiyan ve hatiye çêkirin beriya niha li Franseyê xelata Cesars wergirtibû û li Mihrîcana Filman a Cannesê jî xetata Pamilyeya Zêrîn wergirtibû.