Balûkên: Serokwekîlên Meclîsê bi fermana AKP’ê tevdigerin

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken diyar kir ku ji roja Zagona Ewlehiya Navxweyî anîn Meclîsê tiştên hatin jiyîn di dîroka vî welatî de weke rûpelekî geş derbas bû

Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken diyar kir ku ji roja Zagona Ewlehiya Navxweyî anîn Meclîsê tiştên hatin jiyîn di dîroka vî welatî de weke rûpelekî geş derbas bû û got, "Serokwekîlên Meclîsê yên AKP'î li şûna rêziknameyê bi fermanên koma AKP'ê tevgeriyan û rûniştin berdewam kirin

Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken têkildarî "paketa ewlehiyê" li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterên HDP'ê Nursel Aydogan, Hasîp Kaplan, Ertugrul Kurkçu, Sabahat Tuncel, Adîl Zozanî, Ayla Akat Ata, Selma Irmak û Aysel Tugluk tevlî civînê bûn. Balûken di civînê de axivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî daxwazên civakê yên demokrasî, azadî û aştiyê dest bi êrîşê kirin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ji bo muxalefeta civakî ya her roj mezin dibe bitepisîne dewleta hiqûqê bi tememî ji holê rakir û pêkanînên dewleta polîs rewa dike, welat radestî zagonên di demên OHAL'ê de jî nînin dike."

‘GEŞEDANÊN LI PARLAMENTOYÊ PÊK TÊN RÛPELEKÎ REŞ E'

Balûken anî ziman ku ji roja paket hatî meclîsê heya niha geşedanên tên jiyîn di dîroka wî welatî de rûpelekî reş e û wiha axivî: "Li aliyekî wekîlên AKP'ê bi wêrekiya hejmara xwe ya hemû rêbazên dijmirovahî yên şîdet û zextan li ser wekîlên muxalefetê dike û li aliyê din Wekîlê Serokê Meclîsê yê AKP'î Rêziknameya Navxweyî û Makezagonê tine dihesîbîne û Lijneya Giştî teslîmî AKP'ê dike. Serokwekîlê Meclîsê yê AKP'î rêziknameya navxweyî û hiqûq ji holê radike û bi vê yêkê li hemberî bikaranîna darbeyek e û lêgerîna faşîzmê ye." Baluken da zanîn ku geşedanên di hevdîtinan de derketin holê desthilatdariya gel ji gel hate girtin û dixwazin teslîmî AKP'ê bikin.

‘SEROKWEKÎLÊN MECLÎSÊ BI FERMANÊN AKP'Ê TEVDIGERIN'

Balûken bilêv kir ku di gelek rûniştinên roja Şemiyê de divê li gorî madeyê 68'an ê rêziknameya navxweyî di hengame û şer de rûniştin bên girtin û wiha axivî: "Lê Serokwekîlên Meclîs ên AKP'î li şûna rêziknameyê bi fermanên koma AKP'ê tevgeriyan û rûniştin berdewam kirin. Lijneya Giştî kirin salona AKP'ê. Koma me bi rojane ji bo vê yêkê derbas bike bi Serokê Meclîsê û wekîlên wê re hevdîtina dike. Lê ligel hemû keda me pêkanînên alîgir û şaş berdewam dike û li meclîsê her roj tansiyon bilind dibe."

Balûken destnîşan kir ku di rojên pêş de di hevdîtinên zagonê de dê tansiyon hêj mezin bibe û dibe ku rê li pirsgirêkên gelek mezin, heya di nav de windahiyên can jî çêbibin ve bike û ji ber vê yêkê ew dixwazin gumanên xwe bi raya gişt re parve bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Berpirsiyarê hemû geşedanên neyînî Serokwekîlên Meclîsê yên AKP'î, hikûmet û koma AKP'ê ye. Ji bo ev rageşî bikev û rê li pirsgirêkên mezin neyê vekirin em bang li Serokwekilên Meclîsê yên AKP'î dikin ku bi awayekî bêalî û li gorî rêziknameyê û hiqûqê tevbigerin û hikûmeta AKP'ê û koma AKP'ê jî dest ji vîna meclîsê bi zordarî û rêbazên şîdetê berde dikin."

Balûken diyar kir ku ligel helwesta Serokkomar û Serokwezîr koma HDP'ê ji helwestên rageşiyê bilind bikin û şîdetê dûr rawestiyan û ji bilî êrîşên li hemberî wekîlên wan mafê xwe yê parastina rewa tu hewildanên din pêk neynan û wiha axivî: "Ev keda me dê rûniştinên didin de jî bidome, li hemberî koma me û wekîlên em êrîşek çêbibe em li hemberî wê serî natewehînin."

Balûken da zanîn ku ligel rageşiya li meclîsê di civakê de jî rageşiyekî her diçe mezin dibe heye û berpirsiyarê encamên vê rageşiyê hikûmet AKP'ê û koma AKP'ê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heya niha çawa em li gel rêxistinên sivîl ên civakî yên li hemberî zagonê bertekên xwe yên demokratîk anîn ziman û gelê xwe bin. Em careke din bang dikin ku zagona li ser civakê weke gef radiweste bê rakirin dikin." Baluken da zanîn ku li aliyekî hikûmeta AKP'ê ji bo pêşketina HDP'ê asteng bike û li aliye din jî ji bo zagona ewlehiyê rewa bike provokasyon xistin dewreyê. Baluken bilêv kir ku piştî li Zanîngehê Egeyê di bûyerêkê de windahiyekî canê çêbû komên nîjadperest bi hevkariya polîsan êrîş li avahiyên HDP'ê û gel dikin û wiha got: "Li Stenbol, Enqer, Îzmîr, Edene, Mêrsîn, Kocaelî, Kayserî, Eskîşehîr, Semsûr û Erzirumê ev kom bi hemwext xistin dewreyê. Berpirsiyarê van êrîşna Hikûmeta AKP'ê ye. Em van êrîşan û hîşmendiya li pişt van êrîşan şermezar dikin."

Balûken der barê pêvajoya çareseriyê de jî wiha axivî: “Piştî hevalên me ji Qendîlê vegeriyan wê der barê pêvajo di kîjan rewşê de ye û nêzîkatiyên AP’ê yên li hemberî pêvajoyê de daxuyaniyek berfireh bidin.”

‘DIVÊ TIRKIYE DI POLÎTÎKAYÊN XWE DE GUHERTINEK ESASÎ BIKE’

Balûken der barê operasyona Şah Firat de jî ev tişt gotin: “Bi vê operasyonê diyar bû ku nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên li hemberî Suriyeyê û Rojava çiqas ne rastin. Divê Turkiye di polîtîkayên xwe yên hemberî de Suriyeyê û Rojava guhertinek esasî bike. Diyar bû ku rêveberiyên xweser ên  hatine avakirin ne hemberî Tirkiyeyê ne.” Baluken li ser pirsên der barê paketa ewlehiyê de jî wiha got: “Ger AKP di lihevhatinê de bi samîmî be divê yekser vê paketê paşve bikişîne û bide komîsyonê.”