Balûken: Em ê 1’ê Mijdarê Erdogan di dîwarên qesrê de veşêrin
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê de li bajarê St. Polten ê Awûstûrya civînek li dar xist. Di civînê Parlamenterê Amedê yê HDP’ê Îdrîs Balûken ku wek axaftvan amade bû, bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
ANF
ST. POLTEN
yekşem, 4 kewçêrê 2015, 20:55
HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên li Ewropayê de li bajarê St. Polten ê Awûstûrya civînek li dar xist. Di civînê Parlamenterê Amedê yê HDP’ê Îdrîs Balûken ku wek axaftvan amade bû, bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.
Parlamenterê Amedê yê HDP’ê Îdrîs Balûken ku tevlî civîna ji aliyê ji aliyê komîsyona hilbijartinê ya St. Polten bû bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Balûken got, “Divê rêberê gelekî azad be. Ji bo ev şerê hatiye destpêkirin rawestîne, pêwîst e di nav şert û mercên azad de bi Birêz Ocalan re muzakere bên kirin.”
Balûken têkildarî hilbijartinên 1’ê Mijdarê jî got ku wê vê carê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de Erdogan di dîwarên qesrê de veşêrin.
Hunermend, Kamer û koma xwe, Hozan Delîl Xidir, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya St. Polten, ekîba folklor jî reng tevlî aktîvîteyê kirin. Aktîvîte heta derengiya şevê bi govendê dewam kir.