Azadiya girtiyên nexweş Celal Şeker û Hasan Aşa hat xwestin
Li Enqereyê Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di çalakiya xwe de xwest girtiyên nexweş Celal Şeker û Hasan Aşa bên berdan.

Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya ji bo girtiyên nexweş azadî ya her hefte pêk tînin vê hefteyê jî dewam kirin. Çalakiya ku ket hefteya 56. li ser Cadeya Sakarya pêk hat.
Li ser navê Însiyatîfê endamê Desteya Rêveber a ADAD Mûstafa Karabûdak got ku rojeva pêvajoya aştiyê ya dest jê nayê berdan serbestberdana girtiyên nexweş e.
Karabûdak diyar kir ku dewletê girtiyên nexweş terkî mirinê kirine û got: “Hasan Aşa yê di Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrdînê de û Celal Şeker ê li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa D a Amedê de tên ragirtin û bi giranî nexweşên diyalîzê ne tevî hemû bangan bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Divê di şexsê Hasan Aşa û Celal Şeker de hemû girtiyên nexweş tavilê serbest bên berdan.”