AvEG-Kon: Hêrsa xwe li kolanan qîr bikin!
AvEG-Kon, komkujiya li Enqereyê şermezar kir, wek berpirs AKP û Erdogan nîşan da. Di daxuyaniyê de bang li gelan kirin dakevin kolanan.
AvEG-Kon, komkujiya li Enqereyê şermezar kir, wek berpirs AKP û Erdogan nîşan da. Di daxuyaniyê de bang li gelan kirin dakevin kolanan.
Konfederasyona Penaberên tên Pelçiqandin a Ewropa (AvEG-Kon), der barê komkujiya Enqereyê ya tê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Faşîst a Tirk vê care jî Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê ya li Enqereyê di nav xwînê de hişt. Ji çar aliyê welat girse li pêşiya Gara Enqereyê kom bibû, di nav wan de taqemenî pêk anîn, bi deha mirovên me qetil kirin, bi sedan jî birîndar kirin. Piştî komkujiya taqemeniyê, hêzên ewlehiyê yên dewleta faşîst berî ambûlansan hatin cihê komkujiyê, bombeyên gazê avêtin nav birîndaran, kesên alîkariya birîndaran dikirin asteng kirin, ji bo hejmara miriyan zêde bibin çi ji dest wan hat pêk anîn.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP’ê têkçûna hilbijartinên 7’ê Hezîranê hezm nakin û Komkujiya Pirsûsê hate bibîrxistin. Daxuyanî wiha dom dike:
'WÊ MEŞA AZADIYÊ BI BIRYARÎ BIDOME'
“(…) Desthilatiya faşîst a AKP’ê bi vî şeklî welêt dibe hilbijartinên 1’ê Mijdarê. Ji gelan re dibêje ku, “Ger hûn dengên xwe nedin min, em ê van bînin serê we.” Rûyê faşîsma DAIŞ’ê, Franko, Mûssollînî û Hîtler a li Tirkiyeyê ev e. Dewlet û desthilateke bi xwînê zindî dimîne, ne jin ne zarok ne jî pîr guhdar nake û bi komkujiyan dixwaze desthilatiya xwe misoger bike. Lê vala ye! Wê di xwîna faşîzmê rijandiye de bifetisin. Gelê me yê tê pelçiqandin wê li derdora HDP’ê bi bîryarî meşa xwe ya azadiyê bidomînê û bibejê dîsa dîsa aştî û azadî.
Wek AvEG-Kon, em vê komkujiya bi fermana Qesrê ve pêk hatiye bi hêrs lanet dikin. Em diyar dikin ku em ê daxwazên azadiyê yên wan hevalên xwe, canên xwe yên li wê derê hatiye qetilkirin bi biryarî bidomînin, ji bo hevalên xwe yên birîndar em şifayê dixwazin.
Wek AvEG-Kon, li hember dîktatortiya bi xwîn a Qesrê, şerê wan û komkujiyên wan, em banga hêzên ku alîgirên azadiyê, aştiyê û demokrasiyê dikin ku derkevin kolanan, vê komkujiyê protesto bikin, li hember faşîzmê hêrsa xwe qîr bikin.”