ATÎK: Em cîhaneke bê şer ava bikin
ATÎK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke nivîskî weşand.
ATÎK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke nivîskî weşand.
ATÎK’ê bi wesîleya Cejna Remezanê peyameke nivîskî weşand.
ATÎK’ê di peyama xwe ya cejnê de got “Bi hêviya ku Cejna Remezanê bibe wesîleya xurtkirina biratî û aştiya di navbera gelan de, cejna hemû koçberên Misilman ên li Ewropayê pîroz dikin” û dewam kir: “Di Cejna Remezanê ya ji aliyê Misilmanan ve pîroz tê dîtin, weke li Iraq û Sûriyeyê, hema hema li hemû erdnîgariya Îslamê şerên mezheban, komkujî û rondikên çavan kêm nebûye. Li gor berjewendiyên hêzên emperyalîst û nokerên wan nakokiyên olî, mezhebî û neteweyî têne bikaranîn û sorkirin. Em dibînin çeteya DAIŞ’ê ya di destê wan kesên xerabiyan dikin bûye pêlîstok û ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi awayekî veşartî tê destekkirin ola Îslamê ji bo berjewendiyên xwe yên polîtîk dike amûr.”
Di peyamê de hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê û Iraqê di bin rûpoşa Îslamê de li Rojava, Kobanê û Şengalê, gelên Kurd, Êzidî û Xiristiyan têne qetilkirin. ATÎK’ê ji bo têkoşîna avakirina cîhaneke azad a bê şer û bê mêtingeh bang kir.