Atalay, bi gel û karmendan re hat cem hev
Serokê berê yê Şaredariya Êlihê Atalay, li Lînzê bi gel û karmendan re hat cem hev.
Serokê berê yê Şaredariya Êlihê Atalay, li Lînzê bi gel û karmendan re hat cem hev.
Serokê berê yê Şaredariya Êlihê Necdet Atalay hat bajarê Lînz ê Awûstûrya, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) û Komaleya Elewiyan ziyaret kir.
Atalay der barê Hilbijartinên Giştî yên 1’ê Mijdarê de pirsên gel bersivand, piştre jî li Arcotelê bi karmendên Kurd ên Ewropayê re hat cem hev. Atalay di aktîvîteya ku DKTM li dar dixe de, bang li karmendên Kurd kir ku bila xwe bi rêxistin bikin. Di civînê de komîsyonek ji 5 kesan jî hate avakirin.