'Arinç banga şer dike û şer sor dike'
Axaftinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên ku gef li gelê Kurd dixwar, rastî bertekan hat
Axaftinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên ku gef li gelê Kurd dixwar, rastî bertekan hat
Axaftinên Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç ên ku gef li gelê Kurd dixwar, rastî bertekan hat. Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz ji bo axaftinên Arinç hişyariya "Bi van gotinan Tirkiye 30 salên xwe winda kir. Di zimanê Arinç de sorkirina şer heye" kir. Aktîvîsta Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê Nîmet Tanrikulu jî diyar kir ku Arinç, banga şer dike û got:"Arinç, li hemberî gelên ku aştiyê dixwazin sûc dike.
Hikûmeta AKP'ê ku Protokola Dolmabahçeyê ji nedîtî ve tê û bi kûrkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya çareseriyê daye sekinandin, niha jî bi nîqaşên "berdana çekan" dixwaze polîkayên xwe yên neçaseriyê veşêre. Herî dawî Alîkarê Serokwezîr Bulent Arînç li Trabzonê axivîbû û bi van gotinan gef li siyaseta Kurd xwaribû: "Kes nikare bi leşkeran re lîstikan bilîze. Êdî rojên dijwar li benda rêxistina terorê ye. An dê dev çi çekan berdin, an jî dê fêm bikin ku bi rêxistineke terorê ku di deste wan de çek heye ti pêvajo pêş nakeve."
Rojnamevan Oral Çalişlar, Berdevkê Meclîsa Aşitiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz û aktîvîsta Hewldana Jinê ya Ji Bo Aşitiyê Nîmet Tanrıkulu, gotinên Arinç ji ajansa me re nirxandin.
'JI BO TIRKIYEYEK NÛ DIVÊ BI KURDAN RE ÎTIFAQÊ BIKIN'
Rojnamevan Oral Çalişlar, hişyar kir ku heke pêvajoya çareseriyê veguhere pevçûnê dê zirareke mezin bide Tirkiyeyê û got ji bo pêvajoya çareseriyê di rêya xwe de bimeşe, divê ev axaftin neyên kirin. Çalişlar, destnîşan kir ku Kurd dînamîka guherîna herêmê temsîl dikin û got: "Eger tê xwestin ku Tirkiyeyek nû were avakirin, ev encax bi tifaqa bi Kurdan re, bi pêşxistina polîtikayên biratiyê dikare pêk were."
Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz jî axaftinên Arinç rexne kir û wiha nirxand: "Bi van gotinan Tirkiye 30 salên xwe winda kir. Ev axaftin hêzê nade pêvajoya çareseriyê. Di zimanê Arinç de sorkirina şer heye."
'ARINÇ SÛC DIKE'
Aktîvîsta Hewldana Jinê ya Ji Bo Aşitiyê Nîmet Tanrikulu jî diyar kir ku Arinç, ne zimanê aşitiyê zimanê şer bikar tîne û banga şer dike. Tanrikulu balê kişand ser ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de gelan peyama ku şer naxwazin dane û got bikar anîna zimanê şer sûcê mirovahiyê ye. Tanrıkulu bi van gotinan Arinç rexne kir:" Arinç, li hemberî gelên ku aştiyê dixwaza sûc dike."