'Apê Îrbo' ya Mano Xelîl di mîhrîcanê de bû yekem
'Apê Îrbo' ya Mano Xelîl di mîhrîcanê de bû yekem
'Apê Îrbo' ya Mano Xelîl di mîhrîcanê de bû yekem
Derhenêrê bi navê Mano Khalîl ku ji Rojavayê Kurdistanê ye belgefîlmekî li ser jiyana Apê Îrbo çêkiribû li 48’emîn Mîhrîcana Fîlman a Solothurnê de ji aliyê juriyan ve yekemîn hat hilbijartin
Derhenêrê bi navê Mano Khalîl bi belgefîlma ‘Der Imker- Mêşvan’ a ku li ser jiyana Apê Îrbo çêkiribû li 48’emîn Mîhrîcana Fîlman a Solothurn’ê di nava 360 fîlman de fîlma herî baş hat hilbijartin.
Di merasîma diyariya fîlman de tevî derhenêr û lîstikvanên sînemayê, hezar kes tevli merasîmê bûn. Axaftina vekirinê ya merasîma diyariyê ji aliye Serokê Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Cristîna Bernî xwend û daxuyand ku di mîhrîcanê de gelek fîlmên cuda hebûn. Şaredarê Solothurn’ê Kurt Flurî bi lîstikvanên sînemayê ya bi navê Stephanie Chuat, Michele Roto axivî û fîlma herî baş a 48’emîn Mîhrîcana Fîlman a Solothurn’ê aşkera kir.
Serokê Juriyê ya Mîhrîcanê Dick Merty diyar kir ku hilbijartina fîlman bi awayeke nişmî kirine û fîlma jiyana Apê Îrbo li ser wan bandoreke çêkiriye û ji ber wî jî fîlma herî baş dîtine. Kesen ku di jûriyê de jî cih digirtin destnîşan kirin ku fîlma Apê Îrbo hem bi naveroka xwe, hem jî bi muzîka xwe li ser wan bandor çêkiriye.
JIYANEKE BI DERD Û KUL
Serokê Juriyê ya Mîhrîcanê Dick Merty bi çepikên temaşevanan fîlma derhenêr Mano Khalîl a bi navê ‘Der Imker-Mêşvan’ di nava 360 fîlman de yekemîn hilbijart. Piştî ku fîlma Apê Îrbo yekemîn derket, derhenêrê fîlmê Mano Khalîl derket ser dikê û diyar kir ku jiyana Apê Îrbo û tiştê ku ji destê dewleta tirk kişandiye ji ber ku yekemîn derketiye pir kêfxweş bûye û piştî axaftina xwe derhenêr Apê Îrbo daweta ser dikê kir.
Dema Apê Îrbo derket ser dikê ji aliyê temaşevanan ve bi çepikan hat pêşwazîkirin. Apê Îrbo der barê jiyana xwe de ev tişt got: “Ez kurd im lê bi milyonan kurd niha di nav erdnîgariya xwe de ji aliyê dewleta tirk û hêzên kûr ve rastî zilm, îmha û înkarê tên.” Kesên ku tevli mîhrîcanê bûn bi piranî bi Apê Îrbo re diaxivîn ji ber ku keçekî û kurekî Apê Îrbo di nava refên Tekoşîna Azadiya Gelê Kurd de şehîd ketibûn eleqe nîşan dan.
Fîlma jiyana Apê Îrbo (Der Imker-Mêşvan) ku di nava erdnîgariya xwe de rastî îşkenceyên dewleta tirk dihat û jiyana keça wî ya bi navê Elîf Gezer (Mizgîn) û kurê wî yê bi navê Alî Gezer (Zerdeşt Dêrsimî) ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de cih digirtin û şehîd ketibûn jî vedibêje.
DIYARÎ ZAROKÊN XWE KIR
Der barê fîlmê de Apê Îrbo (Îbrahîm Gezer) diyar kir ku ew diyariya fîlmê diyarê keça xwe û kurê xwe yên ku di refên têkoşînê de jiyana xwe ji dest dabûn dike û wiha got: “Zextên ku min di erdnîgariya xwe de dîtin û kurdbûna min, bûn sedem ku keç û kurê xwe di refên têkoşînê de winda bikim. Niha ez hatime sirgûnkirin. Ji ber van, naveroka fîlm siyasî ye.”
Apê Îrbo di dawiyê de diyar kir ku ew ê li ser erdnîgariya xwe her tim li çiyayên Engîzek û Nurheqê mêze bike û dê rojekî li çiyayên welatê xwe bigihîje zarokên xwe.