15 karker spartin axê
15 karkerên çandiniyê yên li Navçeya Golmarmara ya Manîsayê di qezayê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin.

Karkerên çandiniyê yên gundê Çokelek ê navçeya Golmarmara ya Manîsayê dema diçûn gundê Hacivelilerê qeza derbas kirin. Di qezayê de 13 jin, 1 zarok 1 zilam bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyên 15 kesan piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Manîsayê û otopsî kirin, li Goristana gundê Çokelekê defin kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, Rêveberên HDP'ê, Wekilê CHP'ê û Waliyê Manîsayê Erdogan Bektaş jî beşdarî merasîma cenazeyan bûn.