Ziwatî bi 15 trilyon dolarî zerarê dide aboriya global

Li gorî lêkolîneke Neteweyên Yekbûyî, çolbûyîna ji ber şewata li daristanan û ziwatiyê salane 15 trilyon dolarî zerarê dide aboriya global.

Ji Konvansiyona Têkoşîna li dijî Çolbûyînê ya Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Thîaw diyar kir ku çolbûyîn bandorê li 10-17 ji sedî yê aboriya dinyayê dike û anî ziman ku li gorî daneyên Bankaya Dinyayê çolbûyînê heta niha bi qasî 85.8 trilyon dolar zerar daye aboriya global.

Di serdema heyî de çolbûyîn salane bi 15 trilyon dolarî zerarê dide aboriya global.

Thîaw li bajarê Delhî ya Nû ya Hindistanê di dema konferanseke li dijî çolbûyînê de civîneke çapemeniyê pêk anî û diyar kir, çolbûyîna ku her sal bandorê li qadên çandiniyê yên 70 welatan an jî qadên daristanê dike, di heman demê de hejmara bahoza ji xîzê jî zêde kiriye.

Li gorî Thîaw bi asta teknolojiya heyî re çolbûyîn dikare bê astengkirin. Li gelek welatan bi avdanê xak ji nû ve berhemdar dibe. Ev pirsgirêk ku yekser bandorê li jiyana 3.2 milyar mirovî dike her wiha dikare pirsgirêka germahiya global jî çareser bike û bandorê li tevahiya dinyayê bike.

Di rojên derbasbûyî de zanyaran qadên dikarin bibin daristan tespît kiribûn û diyar kiribûn ku bi çandina trilyonek darên nû re di têkoşîna dijî germahiya global de pêşketineke mezin dikare pêk were.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di asta global de germahiya global didome û ziwatî jî roj bi roj girantir dibe. Eger bi vî rengî bidome wê sala 2025'an 1.8 milyar mirov ji avê bêpar bimînin û ji bo du ji sê parên nifûsa dinyayê jî av bibe çavkaniyeke krîtîk.

Di sala 2045'an de jî herî kêm 135 milyon mirov wê ji warê xwe bibin.