Zêdeyî 150 dîplomatên Rûs hatin dersînorkirin
Di serî de DYA û Yekîtiya Ewropa, gelek welatan û NATO'yê bi helwesteke hevpar biryar dan ku zêdeyî 150 dîplomatên Rûs dersînor bikin.
Di serî de DYA û Yekîtiya Ewropa, gelek welatan û NATO'yê bi helwesteke hevpar biryar dan ku zêdeyî 150 dîplomatên Rûs dersînor bikin.
Piştî ku sîxurê Rûs ê berê Sergey Skripal li Brîtanya Mezin hate jehrkirin, DYA û welatên Yekîtiya Ewropayê bersiv dan. Rûsya berpirsyarê jehrkirinê tê dîtin. Rûsya jî van sûcdariyan red dike.
Ji roja Duşemê û vir ve DYA, 18 welatên Yekîtiya Ewropayê, Ukrayna, Kanada, Norwêc û Awûstralyayê ragihandin ku 121 dîplomatên Rûs dersînor kirine. Brîtanyayê jî beriya niha 23 Rûs dersînor kiribû.
Wekî din Luksembûrgê roja Çarşemê ji Wezareta Karên Derve bang li Sefîrê Bilind ê Rûsyayê kir. Her wiha hate ragihandin ku akredîtasyona heft endamên mîsyona Rûs ên li NATO'yê hate betalkirin.
Ji dema Şerê Sar û vir ve cara yekê ye di vê astê de rewşeke wiha diqewime. Ev nerazîbûn û helwesta hevpar weke bersivek ji jehrkirina sîxurê berê yê Rûs Sergey Skripal û keça wî Loulia ku 4'ê Adarê li Salisbury hatibûn jehrkirin, derkete holê. Hate ragihandin ku ev her du kes niha li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa wan krîtîk e.