Zarokên DAÎŞ'iyan li Fînlandiyayê bûn sedema krîzeke nû

Zarokên DAÎŞ'iyan ên li Kampa El Holê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne li Fînlandiyayê bûn sedema krîzeke nû. Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlamentê bang li wezîr Pekka Haavîsto kir ku daxuyaniyekê ji komîsyonê re ragihîne.

Hikumeta Fînlandiyayê ji ber rewşa zarokên DAÎŞ'iyan ên li Kampa El Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi metirsiya krîzeke nû re rû bi rû ye.

Piştî ku eşkere bû Wezîrê Karên Derve Pekka Haavîsto yê ji partiya Keskan zext li burokratekî li wezareta karên derve kiriye ku zarokên DAÎŞ'iyan bînin Fînlandiyayê, li hikumetê rexne hatin kirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Îlta-sanomat Haavîsto zext li şefê ji karên konsolosxaneyê berpirsyar ê Wezareta Karên Derve Pasî Tûomînen kir ku zarokên li Kampa El Holê ji dayikên wan werbigirin û bînin Fînlandiyayê, bi vê armancê bikeve nava hewldanan.

Ji ber ku Tûomînen got ku ev yek li dijî qanûnane û daxwazên wezîr pêk neanî ji wezîfeyê hate dûrxistin. Piştre li wezîfeyeke hîn biçûktir hate wezîfedarkirin.

Dûrxistina Tûomînen ji wezîfeyê di nava Wezareta Karên Derve û medyayê de bû sedema rewşeke matmayî.

Çavkaniyên ku li Wezareta Karên Derve dixebite û ji rojnameyê re axivî diyar kir ku ji bo zarokên DAÎŞ'iyên Fînlandiyayî yên li kampa El Holê ne bînin Fînlandiyayê wezîr planek bi navê "Operatîon Korpî" amade kir.

Ji ber ku di vê mijarê de nêrînên cuda di nava civaka de ne, Haavîsto ji bo nerazîbûnan asteng bike Tûomînen xiste dewrê ku dîplomatekî naskirî ye û rêzdare.

Piştî ku hewldana operasyonê di çapemeniyê de hate weşandin, Komîsyona Polîtîkaya Derve ya Parlamentê bang li Haavîsto kir ku der barê mijarê agahiyê ji wan re ragihîne.

Seroka komîsyonê Mîka Nîkko anî ziman ku agahiyên di medyayê de hatin weşandin ew matmayî hiştiye û Haavîsto sûcdar kir ku bêyî destûrê ji Komîsyona Polîtîkaya Derve û Parlamentê werbigire bi tena serê xwe tevdigere.

Nîkko ragihand ku dûrxistina zarokan ji dayikên wan li gorî qanûnên Fînlandiyayê nepêkane, zarok divê bi dayikên xwe bên anîn û got, "Lê belê anîna dayikên Dewleta Îslamî ji bo ewlekariyê rîske."

OMAR: NABE KU ZAROK JI DAYIKÊN WAN BÊN QUTKIRIN

Hevserokê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar jî der barê mijarê bersiv da pirsên Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ya Fînlandiyayê Yle'yê.

Omar anî ziman ku der barê mijarê hikumeta Fînlandiyayê û saziyên Kurdan hevdîtinan dewam dikin û der barê helwesta xwe de got, "Em zarokên bav û dayikên wan nîne ji ber sedemên însanî dişînin welatên wan. Lê belê nabe ku em zarokan ji dayikên wan qut bikin û jinan li kampan bihêlin û zarokan bişînin."