Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl, Yekîtiya Ewropa rexne kir ku li şûna berpiryariyên xwe yên li pêşberî mirovan bi cih bîne, razemeniyê li teknolojiyê dike ku bi saya vê yekê wê saziya sînor a yekîtiyê Frontex koçberan ji dûr ve bişopîne.
Frontextê di destpêka vê mehê de bi Aîrbûs, şîrketa çekan a Îsraîlê Elbît Systems re ji bo şopandina "wesayita deryayî ya neqanûnî yan jî bêrêkûpêk a li deryayê" ji bo balafirên bêmirov ên di kategoriya leşkerî de ne, peyman îmze kir.
Yekîtiya Ewropayê ragihand ku çadêriya hewayî ji bo rizgarkirina jiyana mirovan dibe alîkar. Lê belê saziyeke civakî ya sivîl a ku meha Hezîranê komek ji koçberan rizgar kir, raporek weşand ku tê de diyar kir; Yekîtiya Ewropayê dawî li dewriyeyên xwe yên deryayê aniye, her wiha bi operasyonê hewayî kiriye ku bi deh hezaran kes ji aliyê ewlehiya peravî ya Lîbyayê ve bên destgîrkirin.
Tê payin ku operasyonên nû yên droneyan destpêka sala bê dest pê bikin. Wê destûr bê dayin ku Frontex li baregehên Yewnanistan, Îtalya û Maltayê çavdêriyê bike.
Midûrê firotinê yê baskê parastinê yê Aîrbûsê Olîver Nûffer diyar kir ku Frontext muşteriyê wan ê destpêkê ye yê ne leşkerî. Fîrma wê balafira Heron 1 a Îsraîlê bi kar bîne ku bi kamerayê pêşketî û radarên deryayî lê hene.
Balafirên bêmirov ên navborî di serî de li Gazzeyê ji bo şert û mercên şer hatine amadekirin, lê yên bên bikaranîn wê bêçek bin.
Budçeya Frontextê par aslane 333 milyon Euro bû, lê sala 2015'an 142 milyon Euro bû. Îsal jî bû 460 milyon Euro, ji ber ku Ewropayê giranî da ser kontrolkirina sînorên xwe.