Yekîtiya Ereb: Hêzên biyan bila ji Libyayê derkevin

Yekîtiya Ereb bang li yekîneyên leşkerî yên biyanî kir ku ji Libyayê derkevin û ji bo şer raweste bang kir ku li hev rûnin.

Li ser daxwaza Misrê Yekîtiya Ereb bi rêya vîdeokonferansê kom bû.

Di kombûnê de nûnerên 21 welatên Ereb hazir bûn, her wiha nûnerên hikûmeta Trablûsê ya bi desteka rejîma Tirk a Enqerê jî hazir bûn.

Yekîtiya Ereb daxuyaniyeke niviskî da û ''hemû destwerdanên derqanûnî yên biyanî'' red kir, xwest ku, ''ji ser xaka Libyayê û avên wê hemû hêzên biyanî vekişin.''