Yekemîn gundê Alzheimerê yê Fransayê tê avakirin.
Li bajarokê Daxê yê bi ser herêma Nouvelle-Aquitaine ya Fransayê ye, yekemîn Gundê Alzheimerê tê avakirin.
Li bajarokê Daxê yê bi ser herêma Nouvelle-Aquitaine ya Fransayê ye, yekemîn Gundê Alzheimerê tê avakirin.
Şaredarê Kevn ê Daxê Gabriel Bellocq yê ku ji rojnameya Le Parisienê re axivî diyar kir ku, projeya gundê ku wê tenê nexweşên Alzhemier (bîrok) lê bijîn heta sala 2019’an wê amade be.
Bellocq diyar kir, armanca wan ev e ku nexweşên Alzheimerê ‘xwe li mala xwe hîs bikin’ û li gundê ku wê were ava kirin wê wekî kûafor, kafe, bar û qadên hêşîn gelek avahî lê hebin.
Bellocq derbirî, ji bo pêkanîna ewlehiya nexweşên li gund û ji bo ku rê li ber windabûn û revê bigirin, wê 120 xebatkar werin peywirdarkirin.
Rêveberê Komeleya France-Alzheimerê ya ku li bajarê Landesê ye Françoise Diris jî diyar kir ku, ji xeynî rêveberiya bajêr wê ajansa tendirustiyê ya herêmî jî projeyê fînanse bike.
Li Gundê Alzheimerê di terapiyên ji bo nexweşiyê de wê girîngî bi pêşveçûna pakbûnê were dayîn û balê dibin ser vî tiştî ku, wê pêşiya xisarên tedaviya bi dermanan jî were girtin.
Rêveberê France-Alzheimerê Françoise Diris, bal bir ser sûdên gundekî Alzheimerê yê mîna vî gundî ye û di sala 2009’an de li Hollandayê li bajarê Weespê hatiye ava kirin. Diris got ku, bi saya gundê Alzheimerê yê li Weespê, temenê nexweşan zêdetir bûye.
Gundê Alzheimerê yê ku wê bi 24 milyon euroyan ava bibe, tê payîn ku salê bi budçeyeke 7 milyon euroyî li ser lingan bisekine. Hat diyar kirin ku, nexweşên Alzheimerê wê rojane bi 60 euroyan karibin li gund bimînin, û armanc ev e ku bi vî tiştî re zêdetir kes karibin li gund bimînin.
Tê zanîn ku li Fransaya ku nifûsa wê 66 milyon e, jê 850 hezar kes bi nexweşiya Alzheimerê ketine.