Yek ji kelehên dawî yên Boko Haram 'Camp Zero' hate xistin

Bi saya operasyonên leşkerî yên li dijî çeteyên Boko Haram, yek ji kelehên dawî yên van çeteyan li Nîjeryayê hate xistin û rêxistin hate qelskirin.

Piştî ku baregeha bi navê Camp Zero ya li Daristana Sambîsa ya li eyaleta Borno ya li bakurrojhilatê welêt roja Înê bi temamî hate bidestxistin, bi sedan çete hatin girtin. 

Artêşa Nîjeryayê herî dawî duh daxuyaniyek da û diyar kir, Camp Zero û derdora wê yên li Daristana Sambîsa, yek ji 'kelehên' girîng ên Boko Haram bûn. Di daxuyaniya artêşê de hat ragihandin, li eyaleta Bornoyê cihekî gelekî biçûk ma ye ku çete karibin lê birevin.

Serokdewletê Nîjeryayê Mûhammadû Bûharî li ser operasyonê axivî û got, "Terorîst direvin û êdî êdî cihekî karibin xwe lê veşêrin nîne."

Daristana Sambîsa li qadeke ji 1300 kîlometreçaregoşeyî ye û bi saya operasyonên pêr qediyan, bi hezaran sivîlên dîl hatibûn girtin, hatin rizgarkirin. Di operasyonên herî dawî de zêdeyî 600 çeteyên Boko Haram bi saxî hatin girtin an jî teslîm bûn.

Di navbera çeteyên Boko Haram ên dixwazin li bakurrojhilatê Nîjeryayê dewleteke bi pîvanên tund ên Îslamî ava bike û hêzên artêşê de, ji sala 2009'an û vir ve zêdeyî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. 2,5 mîlyon mirov ji ber vî şerî ji cih û warên xwe bûne û bi hezaran zarok û jin ên ji aliyê çeteyan ve hatin revandin, kirin kole.

Her wiha ji ber gefa Boko Haram, bi sed hezaran zarokên keç nekarîbûn biçin dibistanê. Tê gotin, hejmara zarokên li herêmê dikarin têr xwarinê bixwin, herî kêm 400 hezar e.

Çeteyan hîndekahiyên Xiristiyan ên li herêmê kiribûn hedef û êrîşî gelek dêran kiribûn.