Yek ji çalakvanê pêşeng ê xwepêşandana Iraqê hat kuştin

Çalakvanê xwepêşandana Iraqê Fehîm Taî duh şev di dema ji meydana Tehrîrê vedigeriya mala xwe, li Kerbelayê hat kuştin.

Fehîm Taî ku yek ji çalakvanê diyar ê meydana Tehrîrê bû duh şev dema ji meydana Tehrîrê ber bi mala xwe vedigerî, li Kerbelayê ji aliyê çend çekdarên nenas ve hat kuştin.

Ew cihê ku Fehîm Taî lê hatî kuştin nêzîkî navenda pîroz a ayînî bû ku bi awayek giştî li wan navçeyan ewlekariyara rê û cihên wisa bi hêz in. Di heman demê de baregehên polîs û meclîsa bajarê Kerbelayê jî nêzîkî cihê bûyerê ye.

Li gorî wan dîmenên ku kamereya çavdêriyê tomar kirine 2 kesên ne nas bi demanceya bê deng gule bera Fehîm Taî didin. Taî li heman cihî jiyana xwe ji dest dide.

Ew bûyera kuştinê di demek wisa de ye ku ji niha ve kuştina çalakvananên sivîl û pêşengên xwepêşandanê li Iraqê zêde bûne. Roja Înê ya derbasbûyî bi heman awayî çend çekdarên ne nas li meydana Tehrîrê ya Bexdayê gule li xwepêşanderan reşandin ku di encamê de 21 kes hatibûn kuştin bi dehan jî birîndar bbûûn.