YE'yê li dijî Macaristanê prosedûra binpêkirinê sazkar kir

Komîsyona Ewroayê li dijî Macarîstanê bi sedema, ''şaş bicihanîna yasaya îltîcayê ya YE'yê'' prosedûra binpêkirinê da destpêkirin.

Komîsyona Ewropayê ragihand prosedûra îltîcayê ku weke bersiva hêla vîrûsa koronayê li Macarîstanê hatî qebûlkirin, bi rengê ''dijî hiqûqa yekîtiyê'' nirxand.

Li gorî prosedûrê ku Gulanê hate qebûlkirin, li Macarîsatnê beriya ku serlêdana parastina navnetewî were kirin, welatiyên welatê sêyêm divê daxwaza îltîcayê ya li sefareta Macar a derveyî YE'yê qebûl bikin û ji bo vê destûra têketina taybet bistînin.

Rêveberiya Ewropayê vê biryarê weke sînordarkirna deryasayî ya xwe gihandina prosedûrên îltîcayê dibîne û diyar dike, ''yên li sînor jî di nav de, daxwaza paratsina navnetewî ya mirovên li ser xaka Macar asteng dike.''

Komîsyona Ewropayê halê hazir nameyeke agahdarkirina fermî ji Macarîstanê re şandiye.

Budapeşte divê di nav du mehan de bersiva îdîayan bide an na dibe ku komîsyon daxwazeke fermî bike da ku li gorî yasaya Yekîtiyê biçin.

Heke bersiv qayil neke Komîsyon piştre dikare mijarê bie Dîwana Dadê ya Yekîtiya Ewrpoyê.