YE wê roja Înê ji bo Tirkiyeyê bicive

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê wê roja Înê bi awayekî awarte bicive. Civîn wê li ser Tirkiye û Belarûsê be.

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Derve Josep Borrell li ser twîtterê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber hilbijartinên serokkomariyê yên li Belarûsê û krîza ku Tirkiyeyê li Rojhilatê Behra Spî çêkiriye, wê civîneke awarte li dar bixin.

Borrell diyar kir ku wê civîn roja Înê piştî nîvro were lidarxistin û got, “Em ê pirsgirêkên lezgîn nîqaş bikin.”

Yewnanistanê roja Înê daxuyanî dabû, diyar kiribû ku Tirkiye li ser aştiya li Rojhilatê Behra Spî gefan çêdike û bang li Yekîtiya Ewropayê kiribû ku bila bi lezgînî bicive.

Tirkiye di serê hefteyê de tevî keştiyên şer ji bo lêgerîna sotemeniyê keştiyên sondajê şandibû Rojhilatê Behra Spî. Ev lêgerîna sondajê ya Tirkiyeyê ya nêzî Kibrisê bi mehan e dibe sedema aloziyan.

Li gorî Yekîtiya Ewropayê ev xebat îllegal e û YE çarçoveyeke zextan a li dijî kes û saziyên sondajê amade kir.

Yekîtiya Ewropayê ji bo hilbijartina serokkomariyê ya li Belarûsê jî got ku “Ne azad e û ne jî bi edalet e” û hişyariya zextan kir.