YE wê Erebîstana Siûdî bixe nava lîsteya reş

Li gorî rojnameya Fînancîal Tîmes, Komîsyona Ewropa wê Erebîstana Siûdî û Panamayê bixe nava lîsteya reş, ji ber ku li pîvanên têkoşîna li dijî paqijkirina pereyê reş û fînansmana terorê nayên.

Rojnameyê ragihand, Elmanya, Fransa û Qraliyeta Yekbûyî li dijî vê biryarê fikarên xwe anîne ziman.

Lîsteya Reş ji aliylê welatên G7 ve ji bo têkoşîna li dijî paqijkirina pereyê reş hatiye avakirin. Di lîsteyê de niha 16 welat hene. Îran, Iraq, Sûriye, Efganîstan û Yemen çend ji wan e. Tê payin ku hejmara welatên di lîsteyê de bigihêje 20'an.

Du çavkaniyên meha bihurî ji Reûtersê re axivîn diyar kirin ku Komîsyona Ewropayê Erebîstana Siûdî xistiye pêşnûmeya nûkirina lîsteyê ya welatên bi rîsk.

Li gorî nûçeya rojnameya Fînancîal Tîmesê, Komîsyona Ewropayê wê Erebîstana Siûdî û Panamayê bixe nava lîsteyê.