YE: Danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re nameşin

28 endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser perspektîfên berfirehbûnê yên yekîtiyê nîqaş kirin û gihîştin wê encamê ku danûstandinên bi Tirkiyeyê re bi pêş e naçin, lewma wê sernavekî nû venebe.

Wezîrên Karên Derve yên 28 welatên endam li Luksembûrgê li hev civiyan. Di encamnameya civînê de hate ragihandin ku Tirkiye gav bi gav ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve.

Hate destnîşankirin ku danûstandin bi rastî jî 'li ber mirinê' ne û hate gotin, "Konsey diyar dike ku Tirkiye ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve. Danûstandinên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endametiyê bi rastî jî bi pêş ve naçin."

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê diyar kirin ku ji bo vekirin an jî sernavekî danûstandinan û nûjenkirina yekîtiya gumrukê ya navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, ti karekî nade ber xwe ku bike."

Komîsyona Ewropayê rapora xwe ya li ser rewşa Tirkiyeyê ya pêşketinê meha Nîsanê eşkere kiribû û cih nedabû mijara vekirina sernavekî nû yê danûstandin.

Têkiliyên navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê bi taybetî ji dema hewldana darbeyê ya Tîrmeha 2016'an û vir ve xera bûye.