Xwepêşandanên li Îranê kete meha sêyemîn

Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî destpê kirin keta meha xwe ya sêyemîn. 3 xwepêşanderên din jî bi cezayê darvekirinê hatin mehkûmkirin.

Di şeva Sêşem-Çarşemê de ku hemwextê salvegera sêyemîn a tevgera gel a ku di Mijdara 2019’an de li dijî zêdebûna bihayê sotemeniyê dest pê kiribû, li gelek bajaran pevçûn çêbû.

Li Tehranê çalakvanan bi şev agir pêxistin û dirûşmeya, “Em ê şer bikin! Em ê bimirin!” berz kirin.

Li gorî dîmenên li ser torên medyayên dîjîtal hatin weşandin, hêzên dewletê li stasyona metroyê gule li rêwiyan reşandin. Di dîmenan de qêrîn tên bihîstin.

Li Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewletê li gelek bajaran gule li gel reşandin. Li gorî agahiyan 2 kes li Sine û kesek jî li Kamyaranê hatine qetilkirin.

Ji aliyê din ve, li gorî ajansa fermî ya Îrnayê, li bajarên Bokan û Kamyaran ên Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Şîrazê yê başûrê Îranê, 2 pasdarên şoreşê û endamekî Besîc hatine kuştin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR), ji 16’ê Îlonê ve ku Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê hate qetilkirin, herî kêm 326 çalakvan ku 43 ji wan zarok bûn, hatine qetilkirin. Herî kêm 123 ji wan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê hatine qetilkirin.

Li gorî ÎHR’ê zêdeyî 15 hezar kes hatine girtin. Rayedarên dewletê îdia dikin ku ev agahî ne rast in. Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku zarok jî di nav de 14 hezar kes girtî ne, lê hin çavkaniyên muxalefetê îdîa dikin ku zêdetirî 30 hezar kes girtî ne.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan, girtî nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin û ji bo îfadeyê bidin rastî êşkenceya fîzîkî û derûnî tên.

Di vê navberê de, saziya dadweriya Îranê cezayê darvekirinê da sê xwepêşanderên din jî. Roja Yekşemê dadgeha Tehranê yek ji wan çalakvanan bi çendîn tawanan bi darvekirinê mehkûm kir.