Xeteriya Covîd-19 ya li ser cîhanê didome

Xeteriya vîrûsa Korona (Covîd-19) ya li ser cîhanê hê djî dewam dike.

Hejmara kesên bi vîrûsa Korona (Covîd-19) ya ku li bajarê Vûhan a Çînê derketî û belav 170 welatan bû gihişte 200 hezar kesî. Hejmara kesên ji ber vîrûsa Covîd-19 jî gihişte 6 hezar û 400’an.

Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsa Covîd-19’an ketibû gihişte 18’an. Tê payîn ku ev hejmar zêdetir be. Wezîrê Karê Diyanetê yê Tirk ji ber xeteriya vîrûsa Koronayê ragihand ku heta ev vîrûs bi dawî bibe li mizgeft û mescîdan navber daye nimêjên bi cemaet.

Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo desteyên Rêveberên Xwecihî yên Bajar, hevşaredar, hevberdevkên Meclîsên Şaredariyê giştînameyek têkildarî tedbîrên xweparastinê ji vîrûsê şandine. Di giştînameyê de xebat û tedbîrên bên girtin hatine ragihandin.

Serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînana Adiyaman anî ziman ku hejmara kesên bi vîrûsê ketî ku ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatiye ragihandin hê zêdetire û 15 xalên xweparastin ji vîrûsê rêz kir û bang li Wezareta Tenduristiyê kir ku ‘Werin em bi hev re vê krîzê bi rêve bibin’.

Li Îranê rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di nava 24 saetan de 129 kes mirine, hejmara kesên hetan niha ji ber virûsê mirine bi gihiştî 853 kes in. Li welat 14 hezar û 991 kes jî bi vîrûsê ketine.

Elmanya ku dixwaze pêşiya Covîd-19 bigire sînorên xwe yên bi welatên cîran re girt. Elmanya ya ku sînorê xwe bi  Fransa, Danîmarka, Luxsembûrg, Avûstûrya û Swîsreyê re girt, tenê rê dide derbasbûna wesayîtên bazirganiyê.

Li Belçîkayê jî ji ber vîrûsê keseke 88 salî mir. Heta niha hejmara kesên mirine gihişte 5’an. Wezareta Tenduristiyê ragihand  hattesbîtkirin ku 172 kes bi vîrûsê ketine. Li gel vê hejmara kesên bi vîrûsê ketine 1058 kes in.

Çînê ragihand ku di 6 kesên ji derveyî Çînê hatibûn vîrûs li ser wan tesbîd kiriye. Ji vana 4 Spanî, 2 jî Îngilîz in.

Wezareta Karê Derve ya Çînê ragihand ku êdî rîska mezin ne yên li Çînê yên ji derve tê ne. Hejmara kesên nû bi vîrûsê ketin li Vahan 4 kes in.

Heta niha li Fransa 5 hezar kes bi vîrûê ketine û 127 kes jî mirine.

Gel ji tedbîrên li dijî vîrûsa Covîd-19 a hikûmeta Îngîltereyê nerazî ye û li pêşiya London Dowînng Street xwepêşandanek lidar xistin. Koma bi navê ‘Sîstemê Rawestîne’ (Pause the System) daxwaz ji hikûmetê kir ku tedbîran zêdetir bikin.

Li Îtalyayê jî ji ber vîrûsê nêzî 2 hezar kes mirine. Erkdarên tenduristiyê daxwaz ji kesên bi vîrûsê ketine û baş bûne got: “Heta ku pir lezgîn nebe ji malên xwe dernekevin.”

Hejmara kesên bi vîrûsê jî ketin 24 hezar û 747 kes in.