Tûra sêyemîn a danûstandinên tomerî wê roja Pêncşemê pêk were. Beriya van danûstandinan, wê îro li 6 bajaran wê kedkar bikeivn grevê
Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdeyê (GEW), wê li eyaletên Bavyera, Berlîn, Bremen, Baden-Wurttemberg, Hambûrg û Sachsen-Anhaltê grev were kirin. Tevî xebatkarên li dibistanên bilind, daîreyên hikûmetê yên eyaletan û rêya bejahî, wê mamosteyên bi peyman ên li dibistanan û pisporên li saziyên civakî û hîndekariyê tevlî grevê bibin.
Li ser banga sendîkaya GEW'ê wê sibe jî li eyaletên Thurîngen û Berlînê greva hişyarkirinê were lidarxistin.
Di daxuyaniya sendîkaya Ver.dî de jî, hat ragihandin ku wê li hemû eyaletan tevlî grevê û çalakiyan bibin.
Sendîkayên karkeran wê roja Pêncşemê bi saziyên eyaletan re danûstandinên tomerî bikin. Sendîka dixwazin, herî kêm ji sedî 6 muçeyên karkeran bê zêdekirin. Heyeta Danûstandinên Tomerî ya Eyaletan (TdL) ku li ser navê saziyên cemaweriyê yên li eyaletan tevlî danûstandinên tomerî dibe, vê daxwazê 'zêde' dibîne. TdL hê pêşniyarek li sendîkayan nekiriye.