WHO: Têkoşîna li dijî tayê qels bûye

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, ji ber ku foneke têrker nehatiye peydakirin, têkoşîna li dijî tayê sekiniye, lewma bi sed hezaran kes mirine.

Li gorî rapora salane ya Rêxistina Tenduristiyê ya Neteweyên Yekbûyî (WHO), têkoşîna li dijî tayê li gorî salên dawî qels bûye.

Di raporê de hate ragihandin, sala 2017'an 219 milyon kes bi tayê ketine û di tedawiyê de kêmasî derketiye. Li gorî vê yekê, par 435 hezar kes ji ber tayê mirin.

HERÎ ZÊDE JINÊN DUCANÎ Û ZAROKAN DIKUJE

WHO'yê diyar kir, yên nikarin zêde li dijî tayê li ber xwe bidin, jinên ducanî û zarokên biçûk in û ragihand, 61 ji sedî yê mirovên ji ber tayê mirin jinên ducanî û zarokên biçûk in.

Di rapora WHO'yê de xaleke din a ku balê dikişîne, li ser herêmên ku ev nexweşî bi giranî lê rû didin. Li gorî vê yekê, 80 ji sedî yê mirovên bi tayê dikevin li welatên Afrîka û Hîndîstanê ne. 8 ji sedî yê 219 milyon mirovên bi tayê ketin li Hîndîstan û Ûgandayê ne.

ALÎKARÎ KÊM BÛYE

Di dewama rapora WHO'yê de hate gotin, fînansmana ku ji bo têkoşîna li dijî tayê pêwîstî pê heye, bi têrkerî nehatiye peydakirin. Ji bo hejmara nexweşên bi tayê ketine û yên ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest didin heta sala 2030'î bi rêjeya 40 ji sedî werin kêmkirin, pêwîstî bi 6,6 milyar dolarî heye.

Lê belê di halê hazir de, fona ku WHO dikare bi vê armancê bi kar bîne tenê 3,1 milyar dolar e. 1,2 milyar dolarê vê fonê tenê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve hate dayin.

Di raporê de hate ragihandin, ji ber kêmbûna fonê her sal 13 milyon zarok ji tedawiya pêşî li tayê bigire bêpar dimînin.