WHO: Li Efrîkayê pergala tendiristiyê dibe ku hilweşe

Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) got li parzemîna Efrîkayê Covîd-19 dibe ku pergala tendiristiyê hilweşîne.

Dîrektorê Giştî yê WHO'yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs got parzemîna Efrîkayê, ya ku hejarî lê serdest e û xwedî pargaleke qels a tendiristiyê ye divê, ''xwe ji ya herî kambax re hazir bike.''

Dîrektorê Herêmî ya Efrîkayê yê WHO'yê Matshîdîso Moetî jî got li Komara Efrîkaya Başûr jî, ku pergala wê ya tenduristiyê li gorî welatên din baştir e, wê zehmetî çêbibin, bal kişande ser wê ku kapasîteya nivînan ya nexweşxaneyan kême û ji bo ku xizmeta tendiristiyê hilneweşe wê tevdîrên pêşîlêgirt werin danîn.