WHO: Covîd-19 veguherî pandemî ya global

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku vîrûsa Covîd-19 a li Çînê derket û belavî hemû cîhanê bû, veguherî Pandemî ya global.

Midûrê Giştî yê WHO Tedros Adhanom Bhebreyesûs ê li Cenevreyê civîneke çapemeniyê lidar xist, ragihand şewba vîrûsa korona ya nû veguherî pandemî ya global.

Ji rewşa nexweşiyeke nû ku bi awayekî gilobal belavbûna wê re Pandemî tê gotin.

Midûrê Giştî yê WHO di mijara ‘neçalakbûna di asta zengê de’ ya civaka navneteweyî fikarên xwe yên kûr anî ziman û hişyariya ‘Di roj û hefteyên bê de, wê hejmara welatên ku bûyerên pêketina vîrûsê, dîsa mirin û bandorên wê, wê zêdetir bibin’, da.

Vîrûsa Korona a meha Kanûnê li Çînê derket di rewşa heyî de, li 118 welatan û herêman b elav bûne, zêdetirî 131 hezar 560 kes jî bi vîrûsê ketine. Ji vana zêdetirî 4 hezar 370 kes mirine. Li gel kêmbûna hejmara kesên bi vîrûsê ketîn ên li Çînê, li welatên din şewb bi lez û bez belav dibe. Li Îtalyayê 10 hezar kes bi vîrûsê ketine, hemû welat ketiye karantînayê. Li Îranê bi sedan kes mirin, 9 hezar kes jî bi vîrûsê ketine. Li Koreya Başûr jî nêzî 8 hezar kes bi vîrûsê ketine. Li Spanya, Fransa, Elmanya û DYE’yê jî bi hezaran kes bi vîrûsê ketine.